Malbata gêrîlayê HPG'ê Ferman Şalci (Sîpan Çirav) ku li Çewlikê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û ber bi Sêrtê ve derketin rê.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Ferman Şalci (Sîpan Çirav) ku li bajaroka Fahranê ya Çewlikê di şerê 21'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û ber bi Sêrtê ve derketin rê. Malbat piştî 3 rojan li Meletiyê li hêviya girtina cenaze rawestiyan îro serê sibê cenazeyê kurê xwe wergirtin û ber bi Sêrtê ve bi rê ketin. Li gel karwana cenaze ku rêveberên MEYA DER û BDPê jî hene, dê piştî nîvro li Goristana Zevye ya Sêrtê bi girseyî bê definkirin.