Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Cîhan Şen (Serhat Silopî) yê ku di êrîşa hewayî ya li hemberî Çiyayê Kato Marînos ya navçeya Elka Şirnexê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin.
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Cîhan Şen (Serhat Silopî) yê ku di êrîşa hewayî ya di 5-7'ê îlonê de li hemberî Çiyayê Kato Marînosê yê Elkê de jiyana xwe ji dest da piştî otopsiyê ji Morga Saziya Tipa Edlî hate girtin û bi karwanek qelebalix anîn Silopiyê. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Cizîrê Mehmet Nezîr Ekengîn, rêveberên BDP'ê, Wekîlê Şaredarê Silopiyê Husnu Yildirim, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî karwana cenaze bûn.
Karwana cenaze li navenda navçeyê bi sloganên "Şehîd namirin" û "PKK gele gel li vire" hate pêşwazîkirin û pişt re birin Mizgefta Kevserê.
Piştî wecîbeyên olî darbesta gêrîla Serhat bi alên kesk, sor û zer hate pêçan û ji aliyê ciwanan ve heta wesayîtê li ser milan birin. Di dema merasîma cenaze de gelek jinan rondikên xwe negirtin. Bi hezaran kesên li ber mizgeftê kombûn bi wesayîta cenaze re heta Goristana Şehîdlika Başakê meşiyan. Di dema meşê de komek ciwanên serê xwe girtin bi posterên pêşengên PKK'ê Mahsun Korkmaz (Egîd) û posterên Gêrîlayê HPG'ê Serhat meşa leşkerî li dar xistin. Di meşê de sloganên "Qatîl Erdogan", "Ciwan cangoriyên Apo ne", "Ocalan", "Tolhildan", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "PKK gele gel li vire" hatin bilind kirin.
'JI BO PÊŞEROJEKÎ AZAD XWE FEDA KIRIN'
Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û cenazeyê gêrîla Serhat li cem gorên gêrîlayên HPG'ê yên berê jiyana xwe ji dest dan hate definkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Silopiyê Mutalîp Sakman diyar kir ku, ew dê girêdayî bîranênên kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan bin û wiha got: "Ewlatên gelê Kurd ji bo pêşerojeke azad û li ser vê axê bi azad bijîn canê xwe feda dikin. Gelê Kurd ji bo jiyaneke azad têkoşînê dide û dê têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bidomîne." Bavê Gêrîla Serhat Suleyman Şen jî wiha got: "Kurê min şehîdê hemû Kurdistanê ye. Serê gelê Kurd sax be."
Piştî axaftina girse bi sloganan li taxa Harun Boy ji bo gêrîla Serhat konê sînê veda.