Cenazeyê gerîla Nûman bi dirûşiman tê pêşwazîkirin

Cenazeyê gerîla Nûman bi dirûşiman tê pêşwazîkirin

Cenazeyê Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Ertem Karabulut ên ku li navçeya Lîceyê ya Amedê jiyana xwe ji dest da li ser rêgehê bi dirûşimên "Şehîd namirin" tê pêşwazîkirin.

Cenazeyê Endamên Konseya Leşkerî yê HPG'ê û Fermandarê Herêma Amedê Ertem Karabulut (Nûman Amed) ê ku li navçeya Lîceyê ya Amedê di 31'ê kanuna 2012'an de bi 9 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û ber bi warê wî ve bi rê xistin.

Cenazeyê Karabulut li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Erxaniyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hate pêşwazîkirin. Rêveberên BDP'ê yên Erxanî û Çêrmîkê, xebatkarên Şaredariya Erxaniyê, MEYA-DER û bi sedan kesan cenazeyê Karabulut bi sloganên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" pêşwazî kir.

Cenazeyê Karabulut ji Erxaniyê bi tevlîbûna gelek wesayîtan bi karwanekê ber bi Amedê ve bi rê xistin.