Cenazeyê gerîla Medya ber bi Qamişlo ve hate birêkirin

Cenazeyê gerîla Medya ber bi Qamişlo ve hate birêkirin

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Mîdya Amûdê (Sîdar Mehmud Ezîz) ku li navçeya Elkê ya Şirnexê bi 6 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû û duh anîbûn Serêkaniyê, ji aliyê hezaran kesan ve ber bi Qamişloyê ve hate birêkirin.

Cenazeyê Medya Amudê, sere sibê ji Serêkaniyê ji aliyê hezaran kesan ve hate birêkirin. Karwana cenaze, saet derdora 11.00’an li daketina bajarê Dirbêsiyê bi merasîmek leşkerî ya ji aliyê yekîneyên YPG’ê ve hate lidarxistin, hat pêşwazîkirin. Piştî merasîmê jinan cenazeyê Medya Amûdê li ser milan di nava bajêr re derbas kir û heta derketina bajêr bir.

Di meşê de bi deh hezaran kesan jî piştgiriya xwe anî ziman. Di meşê de bênavber, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullaha Ocalan û gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, her wiha alên TEV-DEM û Desteya Bilind a Kurd hatin vekirin. Di dema meşê de hemû dikandaran jî deriyên dikanên xwe girtin û tevlî meşê bûn.

Cenaze piştî meşê dîsa li wesayitê hate siwarkirin û bi karwan hate birêkirin. Cenazeyê Medya Amûdê ku ber gundê lê ji dayik bûye gundê Dikê yê giredayî bajarê Amûdê ve hate birêkirin, pêşiyê dê bibin mala malbata wê û piştre jî, dê bibin bajarê Qamişlo û li Goristana Şehîd Delîl Saruxan bispêrin axê.

Gerilaya HPG’ê Mîdya Amûdê (Sîdar Mehmud Ezîz) li gundê Dikê yê girêdayî bajarê Amûdê ji dayik bûye û di 5’ê îlona sala 2012’an li navçeya Elkê (Bêşebap) ya Şirnexê di pevçûnekê de li gel 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû.