Cenazeyê gêrîla Huseyîn li Mêrdînê hate definkirin

Cenazeyê gêrîla Huseyîn li Mêrdînê hate definkirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Yusuf Başçi (Huseyin Munzur) yê li navçeya Dihê ya Sêrtê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Mêrdînê bi girseyî hade definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Yusuf Başçî (Huseyîn Munzur) yê ku di 11'ê hezîranê de li bejahiya gundê Baîxre yê navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da û li goristana bêkesan hatibû definkirin ji aliyê malbatê ve hate wergirtin. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe wergirt anîn Mêrdînê. Cenazeyê Başçi di 8'ê tebaxê de hêj testa DNA'yê nehatî aşkerakirin bi fermana Serdozgerê Komarê yê Sêrtê li Goristina Bêkesan ya Zevyeyê hatibû definkirin û ji lkiyê xizim û rêveberên ÎHD'ê ve hate wergirtin. Xizmên gêrîla Huseyîn serê sibê serî li Serdozgeriya Komarê dan û piştî destûra dozgeriyê cenaz li goristanê wergirtin. Cenazeyê gêrîla Huseyîn li gundê Cevîzpinarê hate definkirin.

Cenaze ji aliyê endam û rêveberên BDP'ê, MEYA-DER'ê û sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Girsê piştî cenazeyê gêrîla Huseyîn pêşwazîkirin birin gundê Cevizpinarê û li vir bi girseyî defin kirin. Di merasimê de posterên gêrîla Huseyîn û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û bê navber "Ey şehîd xwî na te li erdê namîne", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Kurdistan dê ji faşizmê re bibe goristan" hatin berzkirin.

'HÊZA ZALIMAN TÊRA MAZLUMAN NAKE'

Bi sedan kesan piştî darbesta gêrîla Huseyîn danîn ser milê xwe û birin goristanê, bi rêzgirtinê û sloganan defin kirin. Di merasimê de Serokê MEYA-DER'ê Ramazan Kalkan anî ziman ku, di dîrokê te tu carî hêza zaliman têra berxwedana mazluman nekiriye û her tim zalim têk çûne. Kalkan anî ziman ku, şehîdên wan ji bo wan canê xwe veda kirin û ew jî dê li doza wan xwedî derkevin.

Dayîka gêrîla Huseyîn Sakine Başçi jî spasiya xwe ji gelê Sêrtê re anî ziman û got "Ev ne şehîdê me tenê ye yê hemû gelê Kurde. "