Malbata gêrîlayê HPG'ê Yusuf Başçi yê ku di pevçûna Dihê de jiyana xwe ji dest da û li Sêrtê li goristana bêkesan hatî definkirin hate wergirtin û be bi Mêrdînê ve derxistin rê.
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Yusuf Başçî (Huseyîn Mûnzûr) yê ku di 11'ê hezîranê de li bejahiya gundê Baîxre yê navçeya Dihê ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da û li goristana bêkesan hatibû definkirin, ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket. Cenazeyê gêrîla Huseyîn di 8'ê tebaxê de hêj testa DNA'yê nehatî aşkerakirin, bi fermana Serdozgerê Komarê yê Sêrtê li Goristana Bêkesan ya Zevyeyê hatibû definkirin û ji aliyê xizim û rêveberên ÎHD'ê ve hate wergirtin.
Xizmên gêrîla Huseyîn serê sibê serî li Serdozgeriya Komarê dan û piştî destûra dozgeriyê cenaze ji goristanê wergirtin. Cenazeyê gêrîla dê li gundê Cevîzpinarê yê Mêrdînê bê definkirin.