Cenazeyê gêrîla Hogir li Amêdiyê hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Hogir li Amêdiyê hate defin kirin

Gêrîlayê HPG’ê Hogir Seyît Salih ku di pevçûna li Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Başûrê Kurdistanê Amêdiyê sipartin axê.

Gêrîlayê HPG’ê Hogir Seyîd Salih (Harûn Gabar) ku di 27’ê Tebaxê pevçûna li bejahiya Qilabana Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû, demek dirêj bû li Morga Tiba Edlî ya Meletiyê dihat ragirtin, malbatê girt.

Malbata gêrîla Harûn, cenaze anî navçeya Amêdî ya ser bi Dihokê. Di merasima cenaze ya li vir hate kirin de Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb û gelek kes tevlîbûn.

Dema ku cenazeyê gêrîla Harûn sipartin axê, Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb axaftinek kiir û got; “ Ger were dîkatkirin, dema ku gêrîla Harûn şehîd ket, ciwanek yê Rojhilatê Kurdistanê jî şehîd ket. Ev şahadetane îşareta yeketiya netewa Kurdan didin diyarkirin.”