Cenazeyê gêrîla Osman Yilmaz yê ku li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da li navçeya Lîceyê ya Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştre ber bi Mûşê ve derxistin rê.
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Osman Yilmaz (Cigerxwîn Rezan) yê ku di 12'yê îlonê de di pevçûna li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da duh ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin. Cenazeyê gêrîla Cigerxwîn di ketina navçeya Lîceyê ya Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Piştî cenaze anîn Mizgefta Karahasan bi sedan welatî li ber mizgeftê kom bûn. Piştî cenazeyê gêrîla Cigerxwîn hate şuştin û nimêja wî hate kirin, bi sloganan bi karwanekî qelebalix ber bi Mûşê ve derxistin rê. Dê cenazeyê gêrîla Cigerxwîn li gundê Gul yê Mûşê definkirin.