Cenazeyê gêrîla Cebe û dayîka wî dê li tenişta hev bên defînkirin

Cenazeyê gêrîla Cebe û dayîka wî dê li tenişta hev bên defînkirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Mehmet Şirîn Cebe û dayîka wî Nesibe Cebe, dê îro li goristana Hacilarê ya Nisêbînê li tenişta hev bên definkirin.

Malbata gêrîlayê HPG'ê Mehmet Şirîn Cebe (Akif Dogan) ku di 13'ê Çileyê de polîsan di ser mala wan de girt û di malê de heya guleyên wî xilas bûn şer kir û piştî guleyên wî xilas bûn ji bo nekeve destê leşker û polîsên Tirk bombe bixwe ve teqand û malbata gêrîlaya HPG'ê Semîra Caferî (Destan Bêrîtan) ya di 8'ê Mijdara 2012'an de li Kêlaşer di şer de jiyana xwe ji dest da ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û birin warên wan. Malbata gêrîla Cebe dê îro cenazeyê gêrîla Cebe û dayîka wî Nesibe Cebe, li goristana Hacilarê ya Nisêbînê li tenişta hev defin bikin. Dayîka Cebe diyar kiribû ku, dema ez mirim min li cem kurê min defin bikin.

Li navçeyê beriya merasima cenaze ji bilî firin û dermanfiroşan her der girtî ye.