Cenazeyê gerîla Canfeda Zanyar li Wanê hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Fevzî Abo (Canfeda Zanyar) ê li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Wanê hat veşartin.

Malbata gerîlayê HPG'ê Feyzî Abo (Canfeda Zanyar) ku di şerê 19 Îlonê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, bi girseyek mezin cenaze ji morga Akkopru ya Wanê wergirt. Malbatê piştî cenaze wergirt, bir Goristana Yenî ya navçeya Rêya Armûşê. Di merasîma cenaze de endamên MEYA-DER, Hevserokên HDP'ê navçeya Rêya Armûşê, rêveberên HDP û DBP, dayikên aştiyê û gelek welatî amade bûn. Cenaze bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û tilîliyan hat definkirin. Rêveberê MEYA-DER Salîh Kaplan diyar kir ku şerê diqewime li dijî mirovahiyê ye û got: "Pêwîste em li dijî van kiryarên şer derbikevin. Ev şerê ku bi mehane dewam dike dijminê hemû nirxên mirovahiyê ye. Şer bi mehane didome. Di şer de me gelek Canfede sipartin axê. Divê em li cangoriyên xwe xwedî derkevin." 

Birayê Abo, Medenî Abo jî axivî û got: "Di destpêkê de serê hemû gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Şehîd Canfeda li Şirnexê bi qehremanî şer kir û şehîd bû. Dema ku birayê min di girtigehê de bû ji bo min nameyek şand û di nameyê de helbesta 'Pêşve diçim, me bingeh danî bi pêlên xwînê em diçin banê heya ku em rizgar bibin em ê tekoşîna xwe berdewam bikin' nivîsandibû. Dîsa serê hemû gelê Kurd sax be."

Girsê bi dirûşmên "Şehîd namirin" û t,lîlîyan heta mala şînê ya taxa Seyît Fehîm Avrasî meşiya.