Cenazeyê gêrîla Mustafa Yenî (Baran Botan) ku li navçeya Çelê jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Muluksara yê navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Mustafa Yenî (Baran Botan) yê ku di 16'ê Mijdarê de li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest da, ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn navçeya Farqînê ya Amedê. Cenazeyê gêrîla Baran ji aliyê karwanekî mezin ve hate pêşwazîkirin û bi tevlîbûna 100'an maşîne birin gundê Muluksara yê navçeya Farqînê. Di ketina gund de girseyê cenazeyê gêrîla Baran bi alên PKK, KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwazî kirin.
Girseyê darbest danîn ser milê xwe û bi alên kesk, sor û ser pêçan. Di meşê de posterên Ocalan û wêneyên 4 gêrîlayên HPG’ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dabûn vekirin. Girseya ku cenaze danîn ser milê xwe 3 kîlometreyan meşiyan. Di meşê de endam û rêveberên BDP, MEYA-DER, Şaredarê Farqînê, endamên meclisa şaredariyê û TUHAD-DER'ê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.
Cenazeyê gêrîla Baran piştî li Mizgefta gund wecîbeyên olî hatin kirin, bi ala PKK û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêçan û birin ser gorê. Girseyê ji mizgeftê heta goristana gund bi sloganên "Şehîd namirin", "PKK gele gel li vire"qîriyan. Cenazeyê gêrîla Baran li ser gorê bi sloganên "Bi can bi xwin em bi te re ne ey Serok" û "Şehîd namirin" hate definkirin. Bi hezaran kesan piştî cenazeyê gêrîla Yenî defin kir deqeyekê rêz girtin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Seroka MEYA-DER'a Amedê Leyla Ayaz sersaxî ji malbatê û gelê Kurd xwest û diyar kir ku, ew dê têkoşîna wan berdewam bikin.
Piştî axaftinan li gund mala sersaxiyê hate vedan û girse derbazî mala sersaxiyê ku 3 rojan vekirî bimîne bûn.