Cenazeyê gêrîla Mustafa Yenî (Baran Botan) yê ku li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ji Meletiyê hate wergirtin û ber bi navçeya Farqînê ya Amedê ve bi rê ketin.
Malbata gêrîla HPG'ê Mustafa Yenî (Baran Botan) yê ku di 16'ê mijdarê de li herêma Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da cenaze webigire çû Meletiyê. Piştî karên teşhîskirina cenaze, malbatê cenaze ji morgê wergirt û ber bi navçeya Farqînê ya Amedê ve birê xistin.