Malbata gêrîlayê HPG'ê Ali Kiliç (Aşîkar Bagok) ji bo desta DNA bikin serî li dozgeriyê dan û xwîn dan. Malbata gêrîla Aşîkar bêyî ku cenaze bigirin dîsa vegeriyan navçeya Nisêbînê.
Gêrîlayê HPG'ê Ali Kiliç (Aşîkar Bagok) di çalakiya cangorî ya li dijî Qereqola Cendirmeyan ya Harûna ku di navbera navçeyên Gever û Şemzînanê de dimîne di 14'ê Îlonê jiyana xwe ji dest da. Piştî nasnameya gêrîla Aşîkar diyar bû, malbata gêrîla Aşîkar ji bo cenazeyê xwe wergirin çûn serî li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dan, lê malbatê bêyî ku cenaze teşhîs bikin vala vegeriyan.
Malbatê ji bo cenaze bigire ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê dan û vegeriyan navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê. Malbatê ku cenaze negirtin konê şînê dîsa rakirin.
Bavê gêrîla Aşîkar Seyfettin Kiliç diyar kir ku, ew bi şehadeta kurê xwe serbilid û bi rûmetin, wiha got: "Em dê vê tekoşînê heta dawî berdewam bikin. Şehîdên me şehîdê hemû Kurdistanê ne. Em Kurdistanek azad dixwazin. Ev yek dê teqez bi ser bikeve.
Serokê BDP'a Nisêbêbînê Şahabettin Guler û rêveberên BDP'ê jî konê şînê ziyaret kirin û sersaxî j malbatê xwestin. Guler diyar kir ku, ew dê li şop û peywira şehîdên xwe xwedî derkevin û doza wan bilind bikin.