Cenazeyê fermandarê gerîla Nûman hate wergirtin

Cenazeyê fermandarê gerîla Nûman hate wergirtin

Cenazeyê Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê û Fermandarê Herêma Amedê Ertem Karabulut ji Meletiyê hate wergirtin û ber bi Amedê ve hat birêkirin.

Cenazeyê Endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê û Fermandarê Herêma Amedê Ertem Karabulut (Numan Amed) ên ku di 31'ê kanuna 2012'an de li navçeya Lîceyê ya Amedê bi 9 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û ber bi navçeya Bîsmîlê ya Amedê ve bi rê xistin. Tê payin ku cenazeyê Karabulut li navçeya Bîsmîlê ya Amedê bispêrin axê.

Hîna jî 3 cenazeyên gerîlayên HPG'ê li Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletî tên ragirtin.