Cenazeyê endamê YPG’ê Hogir Beşîr Erebo ku şevê din li ser sînorê Dirbêsiyê di encama gulebarana leşkerên tirk de jiyana xwe ji dest da, dê li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê bispêrin axê.
Cenazeyê endamê YPG’ê Hogir Beşîr Erebo ku şevêdin li ser sînorê Dirbêsiyê di encama gulebarana leşkerên tirk de jiyana xwe ji dest da, birin Mizgefta Qasimo ya li bajarê Qamişlo. Piştî hat zanîn ku cenaze anîne Qamişlo, gelek welatî li ber Mizgefta Qasimo kom bûn.
Ger ku malbat cihekî din nexwaze û guhertin çênebe, cenazeyê Erebo, dê ji vir jî saet derdora 11.00’an de ji bo bispêrin axê dê bibin Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê.
Li aliyê din, li bajarê Tirbespiyê jî şahiya piştgiriya ji bo Ronahî Tv ku dê îro bihata lidarxistin, ji ber merasîma cenazeyê Erebo hate betalkirin. Şêniyên bajarê Tirbespiyê jî, ji bo ku tevlî merasîma cenaze bibin ber bi bajarê Qamişlo ve bi rê ket.