Cenazeyê Erebo yê YPG’î bi merasîma leşkerî spartin axê

Cenazeyê Erebo yê YPG’î bi merasîma leşkerî spartin axê

Cenazeyê endamê YPG’ê Hogir Beşîr Erebo ku şevêdin li ser sînorê Dirbêsiyê di encama gulebarana leşkerên tirk de jiyana xwe ji dest da, bi merasîma leşkerî hate definkirin. Bi deh hezaran kesên beşdarî merasîma cenaze bûn, peyama bilidkirina têkoşînê da. Di axaftinên hatin kirin de, bang li hemû partiyên kurdan hate kirin ku yekîtiyê ava bikin û ji DBK’ê jî hate xwestin ku YPG’ê bi awayekî fermî qebûl bike.

Cenazeyê endamê YPG’ê Hogir Beşîr Erebo (Berxwedan) di saetên nîvro de ji Mizgefta Qasimo ya li bajarê Qamişlo, ji aliyê hezaran kesan ve hate wergirtin. Beriya ku cenaze ji mizgeftê bê girtin, dayîka Erebo û endamên malbatê li ser darbesta wî lorandin. Cenaze pişte bi karwanê ber bi Dirbêsiyê ve hate birêkirin. Li derketina Qamişlo karwan rawestiya û merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştî merasîmê karwan dîsa bi rê ket.

LI AMUDÊ Û DIRBÊSIYÊ CENAZE LI SER MILAN BIRIN

Karwana cenaze ku parastinê wê ji aliyê hêzên YPG’ê ve dihat kirin, li daketina bajarê Amudê ji aliyê hezaran kesan bi drûşmên “Şehîd namirin” û “Tolhildan” hate pêşazîkirin. Li vir cenaze ji wesayîtê hate daxistin û bi hezaran kesan li ser milan heta derketina bajêr bi druşme û tîlîliyan birin. Piştî meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, PYD, Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin vekirin, cenaze dîsa li wesayîtê hate siwarkirin û ber bi Dirbêsiyê ve hate birêkirin. Li daketina Dirbêsiyê jî bi hezaran kesan cenaze pêşwazî kir û li ser milan heta derketina bajêr bi sloganan bir.

PÊŞÎ BIRIN MALA MALBATA WÎ

Li derketina Dirbêsiyê hejmara wesayîtên tevlî karwana cenaze bûn ji sedan borî. Cenaze pêşî birin mala malbata Erebo ya li gundê Melet ê girêdayî Dirbêsiyê. Cenaze li vir birin xaniyê mala Erebo û piştî demekê dîsa li wesayîtê hate siwarkirin û birin Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî Dirbêsiyê.

MERASÎMA LEŞKERÎ

Piştî cenaze gihîşt goristanê, pêşî merasîma leşkerî hate lidarxistin. Ji bilî rayedarên YPG’ê, endamên Desteya Bilind a Kurd (DBK) Îlham Ehmed, Aldar Xelîl, Nisreddîn Îbrahîm, rêveberên YPD’ê, serok û rêveberên meclîsên bajaran, Saziya Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û bi hezaran kes tevlî merasîmê bûn. Piştî rêzgirtinê li ser navê axaftin hate kirin û hate gotin ku dê YPG ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd wekî heta niha dê jiniha û pê de jî çi pêwîst be bikin. Di axaftinê de soza şopandina riya “Şehîdên şoreşê” hate dayîn.

Piştî merasîma leşkerî, li ser navê malbata Erebo, apê wî Ebdillah Erebo axivî û ji bo eleqe û baldariya gel spasiyên xwe pêşkêş kirin. Erebo, destnîşan kir ku ew şopdarên şehîdên xwe ne û wiha got: “Ev şehîdê yekemîn e û neyê dawî ye. Em bi wan serbilind in. Emê şopdarên riya wan bin.”

NISREDÎN ÎBRAHÎM: ÎRO ROJA YEKÎTIYÊ YE

Endamê Desteya Bilind a Kurd Nisredîn Îbrahîm jî di merasîmê de axivî û ev tişt gotin: “Em îro pakrewanekî din di riya azadiya kurd de didin. Ev pakrewan bi xwîna xwe ya zelal, sînorên welatê xwe, azadiya gelê diparêzin. “

Nisredîn Îbrahîm, destnîşan kir ku îro roja yekîtiyê de û wiha pê de çû: “Em ji bo welatekî demokratîk û jiyaneke wekhev, şoreşa xwe didomînin. Em wekî DBK’ê bi herdu encumenan, em ê mil bidin hev û yekîtiya xwe biparêzin. Em ê di her warî de berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Bila hemû partî û rêxistinên kurd vê yekîtiyê xurt bikin. Bila dijminên me jî zanibin ku em ê yekîtiya xwe ava bikin.”

ALDAR XELÎL: HETA YEK JI ME HEBE, EM Ê DESTUR NEDIN POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ

Piştre endamê DBK’ê Aldar Xelîl axivî û anî ziman ku li hemberî kurdan û destkeftiyên wan, lîstikên qirêj ên dijminên kurdan hene û wiha axivî, “Berê digotin hun nikarin yekîtiya xwe çêbikin, azadiya xwe bidest bixinin, lê wekî niha li vir tê dîtin em azadiya xwe bidest dixin. Ev bi têkoşîna bêhempa ya gel û şehîdên me pêk hat. Me hemû polîtîka vala derxistin. Me bi avakirina DBK’ê jî planên wan ên siyasî vala derxistin. Îro bi hinek hewldanên leşkerî dixwazin planên xwe pêk bînin. Lê ev hewldanên dawî ne. Me berê jî gotibû, çiqas bedel pêwîst be em ê bidin. Ev destkeftî bi xwînê hatine bidestxistin û heta yek ji me hebe jî, em ê bi parêzin. Em ê bi xwîna şehîdan azadiyê bidest bixin û destur nedin dagirker û xayinan.”

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Gel a Dirbesiyê jî axaftin hatin kirin û bang li DBK’ê hate kirin ku YPG’ê wekî hêza fermî qebûl bike.

Piştî axaftinan cenazeyê Erebo hate definkirin. Piştî definkirinê merasîm bidawî bû. Ji bo Erebo, li ber xaniyê malbata wî ya li Gundê Melet konê sersaxiyê hate vedan.