Cenazeyê Serokê Giştî yê KADEP'ê û parlamenterê Serbixwe yê Amedê Şerafettin Elçî li balefirgeha Amedê bi karwanekî mezin hate pêşwazikirin û ber bi Cizîrê ve bi rê kirin.
Serokê Giştî yê KADEP’ê û parlamenterê serbixweyê Amedê Şerafettîn Elçî ji aliyê girseyek mezin ve li Balefirgeha Amedê hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de Hevserokên Giştî yên KCD'ê, Aysel Tuðluk û Ahmet Turk, Parlamenterê BDP'ê Sirri Sakik, Adîl Kurt, Îdris Baluken, Emine Ayna, Nursel Aydogan, Altan Tan, Ertugrul Kurkçu û Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemir jî di nav de girseyek mezin amade bû.
Di pêşwazîkirine de pankartên "We di nava têkoşîna demokrasiyê de cih girt", "Gele me te ji bîr nake" û "Parlamenterê Amedê Şerafattin Elçî em te ji bîr nakin" vekirin. Di pêşwazikirine de sloganên "Şehîd namirin" hatin qîrîn.
Girseyê cenaze heta Kuruçeşme anîn û piştre bi karwaneke mezin ber bi Cizîrê ve bi rêkirin. Di karwanê cenaze de parlamenterên BDP'ê û KCD'ê jî amade bûn. Cenazeyê Elçî ber Cizîrê ve bi rêkirin.