Cenazeyê Alkan ê YPS'yî hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPS'ê Xeyettûllah Alkan (Rizgar Amed) bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPS'ê Xeyettûllah Alkan (Rizgar Amed) bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPS'ê Xeyettûllah Alkan (Rizgar Amed), ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Geverê de jiyana xwe ji dest da, piştî testa DNA'yê ji malbatê malbatê ve hat girtin û birin navçeya Hênê ya Amedê.
Cenaze bi konvoyeke ji wesayîtan anîn gundê Enehîrê. Li vê derê merasîmek hat lidarxistin û tevî rêveberên DBP, HDP û MEYA-DER'ê bi sedan kes tevlî bûn.
Girseya gel li pêşiya gund bi qîrîna dirûşman cenazeyê Alkan pêşwazî kir û li dû bicihanîna wecîbeyên olî birin goristana gund.
Cenaze li ber qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hat veşartin. Dûre deqeyek rêz hat girtin.
Malbata Alkan li mala xwe ya li gundê Enehîrê pêşwaziya serdanên sersaxiyê dike.