Cenazeyê 3 gerîlayan ber bi Amedê ve bi rê kirin

Cenazeyê 3 gerîlayan ber bi Amedê ve bi rê kirin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mehmet Bîçecek, Mehmet Calp û Mehmet Zulfîkar Kaçmaz yên di pevçûna li navçeya Licê ya Amedê de jiyana xwe dest dan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin. Cenazeyên 3 ber bi Amedê ve birê kirin.

Cenazeyên 3 gerîlayên HPG'ê Mehmet Bîçecek (Renas Amed), Mehmet Calp (Şervan Koçer) û Mehmet Zulfîkar Kaçmaz (Xebat Xançepek) yên ku di 31 kanûna 2012'an de li gundê Şenlîk ya navçeya Liceya Amedê di operasyona nokteyî de jiyana xwe dest dan, ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin.

Malbatên ku duh hatibûn Meletiyeyê ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dabûn. Malbatan piştî teşhîskirinê ji bo testa DNA xwîn dan û îro seatên serê sibêê de ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin çûn morga Goristana Şehîr a Meletiyeyê. Cenazeyên ji vir hatin girtin bi wesayita cenazeyan ber bi Amedê ve bi rê kirin.

Hat zanîn ku dê cenazeyên gerîlayan li Tesîsên Dogu Petrol a ketina Amedê de bi girseyî bên peşwazîkirin.Cenazeyê Mehmet Bîçecek dê ji vir bibin gundê wî Sîlok ye Ferqînê bispêrin axê. Cenazeyên Mehmet Calp û Mehmet Zulfîkar Kaçmaz jî dê li Goristana Yenîkoyê bispêrin axê.

Hat zanîn ku cenazeyê gerîla Ertem Karabulut (Numan Amed) û Faruk Dolu (Egîd Amed) yên ku di heman pevçûnê de jiyana xwe dest dan û roja înê ji aliyê malbatên wan ve hatibû teşhîskirin, bi hinceta testa DNA encam nebûyê nehatine wergirtin.