Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatin nirxand û got: “Li hemberî polîtîkayên şantaj û gefxwarinê Rêberê Gelê Kurd bi berxwedana xwe careke din AKP’ê mecbûr kir ku li Îmraliyê pêre hevdîtinê bike.” Bayik vê pêvajoyê weke “şansê dawî” yê AKP’ê bi nav kir û got: “Heke AKP rast nêzîk bibe, dê çareseriyek baş derkeve holê.” Bayik got: “Ev pirsgirêk çi dibe bila bibe dê di dawiyê de çareser bibe. Bêguman rêbaza muzakereyan tercîh e. Ji bo wê jî hevdîtin gelekî watedar in. Dê PKK jî, gelê Kurd jî û hêzên demokrasiyê jî ligel Rêberê Gelê Kurd bin û piştgiriyê bidin hevdîtinan.”
Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementera BDP’ê Ayla Akat Ata 3’yê çileyê çûn girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Heta niha agahiyên derbarê hevdîtinê de û naveroka hevdîtinê nehatiye aşkerekirin, lê di çapemeniyê de ev mijar gelek tê gotûbêjkirin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya ku di rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de hate weşandin, bi sernava “Şansê dawî yê AKP’ê”, pêvajoya hevdîtinan nirxand. Bayik bal kişand ser girîngiya hevdîtinan. Bayik bal kişand ser nîqaşên ji bo çekdanîna PKK’ê jî û got: “heke weke ku hukûmeta AKP’ê û çapemenî mijara çekdanînê avêtibin holê û bixwazin hêzên çekdar çeperên xwe biterikînin, wê demê niyeta wan a çareseriyê tune ye.” Nivîsa Bayik wiha ye:
Li hemberî polîtîkayên şantaj û gefxwarinê Rêberê Gelê Kurd bi berxwedana xwe careke din AKP’ê mecbûr kir ku li Îmraliyê pêre hevdîtinê bike. Bêguman berxwedana gelê Kurd û berxwedana gerîlla jî girîng bû. Niyeta wê çi dibe bila bibe, heke AKP hevdîtin kiribe, ev jî dide xuyakirin ku çi qasî ketiye zorê.
Xwestina hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re, daxwaza gelê Kurd û PKK’ê ye. Ji bo wê jî daxwaza gelê Kurd û PKK’ê pêk hatiye. Kurd, her dem dixwazin di hevdîtinan de encamê bi dest bixin. Rêberê Gelê Kurd ji bo ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibin hewldaneke gelek mezin pêk anî. Rêberê Gelê Kurd niha jî di nava vê hewldanê de ye. Heke AKP rast nêzîk bibe, dê çareseriyek baş derkeve holê. Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de dê nêzîkatiya dewleta Tirk diyarker be. Ji ber ku di hêla çareseriyê de, ji aliyê Kurdan ve dê tu nêzîkatiyên neyênî dernekevin holê.
Heke çareseriyek pêk were divê berî her tiştî ji kesên ku di çareseriyê de muxatab in re rêzdarî bê nîşandan. Ji bo wê jî nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd gelekî girîng e. Heke Rêberê Gelê Kurd di navenda diyalogê de be, divê ji bo rola xwe bilîze, berî her tiştî derfetên ku karibe tevbigere bên sazkirin.
Ew kesên hişê wan li serê wan, ew kesên ku divê hevdîtin bên çêkirin, hemû wiha difikirin. Heke di pozîsyona Rêberê Gelê Kurd de guhertinek çênebe, heke ji bo Rêberê Gelê Kurd rola xwe bilîze, derfet neyên afirandin, wê demê divê nêzîkatiya hevdîtinê bê jêpirsînkirin. Beriya her tiştî divê di vê mijarê de ciddiyetek hebe. Rêberê Gelê Kurd jî, PKK’ê jî ji bo wê, şertên tenduristî, azadî û ewlehiyê anîn rojevê.
Heke niyeteke dewleta Tirk a çareserkirina pirsgirêka Kurd hebe, ev hevdîtin dê bizivirin muzakereyan. Di vê mijarê de gelê Kurd amade ye. Di Kurdan de îradeya çareseriyê heye. Tu kes nikare bêje ev îrade tune ye.
Lê heke weke ku hukûmeta AKP’ê û çapemenî mijara çekdanînê avêtibin holê û bixwazin hêzên çekdar çeperên xwe biterikînin, wê demê niyeta wan a çareseriyê tune ye. Ji ber ku beriya van pirsgirêkan, mijarên siyasî tên muzakerekirin. Heke îradeya çareseriyê û nexşeya wê bê sazkirin, piştî wê dê rewşa hêzên çekdar çawa be, bên nîqaşkirin.
AKP’ê heta niha yek ji derfetên ku Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd afirandin, li ber çavan negirt. Tevgera Azadiya Gelê Kurd heta niha gelek derfet ji bo AKP’ê afirand. Mirov dikare bêje bi qasî ku AKP’ê heq nekiribû derfet hatin afirandin. Lê, AKP’ê ev derfet nenirxandin. Ev derfet bi temamî ji bo berjewendiyên partiya xwe bi kar anî.
Ji ber ku AKP’ê heta niha polîtîkayên xwe li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd ava nekiribû. Li ser polîtîkayên; “Herî zêde ez dikarim gelê Kurd bixapînim, herî baş ez dikarim Tevgera Azadiya Gelê Kurd bipelçiqînim” desthilatdariya xwe bi rê ve dibir. Hebûna desthilatdariya xwe bi vê girê dabû. Ji bo wê jî leşker û burokrasiya sivîl a dewletê dabû pişt xwe.
Her kes li benda çareserkirina pirsgirêka Kurd dihişt û bi vî rengî Kurd û hêzên demokrasiyê di nava bendewariyekê de hişt. Lê zemanekî vê polîtîkayê jî hebû. Piştî hilbijartinên 12’ê Hezîranê AKP’ê dît ku dê bi vê polîtîkayê tiştekî bi dest nexe, vê carê giranî da polîtîkaya tasfiyekirina Tevgera Azadiyê. Lê piştî ku dît ev polîtîka tiştekî bi dest naxe û ji wê re gelekî giran tê, hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re anî rojevê.
Di rastiyê de ev şansê dawî ye ji bo AKP’ê. Heke dîsa bikeve nava polîtîkayên bendewariyê, dê êdî zelal bibe ku îradeya wê ya çareseriyê tune ye. Wê êdî dawiya siyaseta AKP’ê ya, ne pirsgirêkê çareser dike, ne jî dikare bipelçiqîne were.
Di pirsgirêkeke weke pirsgirêka Kurd a girîng de mirov bikeve nava siyaseteke egoîst û îradeya çareseriyê daneyne holê, dê bê wateya tengasiya kapasîteya siyasetê. Partiyeke ku kapasîteya wê ya siyasetê jî teng be, dê zêde nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Ji ber wê jî heke desthilatdariyeke ku kapasîteya wê ya siyasî teng be, li gorî konjonkturê heta demekê li ser piyan bimîne jî dê xwe ji ketinê rizgar neke.
Rêberê Gelê Kurd şansekî din jî daye AKP’ê. Ji AKP’ê re gotiye, heke tu dixwazî di siyaseta Tirkiyeyê de bimînî, em ji çareseriyê re amade ne, tu jî gavan biavêje. Ji ber ku hebûna AKP’ê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Divê nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd a hevdîtinan û AKP’ê wiha bê fêmkirin. Heke AKP rast fêm bike dê hevdîtin pêş bikevin. Heke bêje, na ez dixwazim vê pêvajoyê weke salên çûyî bibim, û wiha bifikire, bi gotineke amiyane ev ê bibe, ketineke ji kerê. Rêberê Gelê Kurd, bi berpirsiyarî û bi ciddî nêzî hemû karên xwe dibe. Ji bo çareseriyeke erênî, îradeyê jî datîne holê. Lê ji tiştên erzan re, bêciddiyet û bêberpirsiyariyê re tu carî tawîzan nade. Divê her kes vê wiha zanibe.
Ev pirsgirêk çi dibe bila bibe dê di dawiyê de çareser bibe. Bêguman rêbaza muzakereyan tercîh e. Ji bo wê jî hevdîtin gelekî watedar in. Dê PKK jî, gelê Kurd jî û hêzên demokrasiyê jî ligel Rêberê Gelê Kurd bin û piştgiriyê bidin hevdîtinan.
Ji ber ku nirxandina derfetên ji bo çareseriyê watedar in. Jixwe dê di demeke kurt de polîtîkayên AKP’ê zelal bibin. Nikare weke demên borî her kesî di nava bendewariyeke li demê hatî belavkirin de bihêle.
Em careke din dest nîşan dikin ku pirsgirêk, pirsgirêka di çareserkirina pirsgirêka Kurd e de ye. Pirsgirêka Kurd bi çekdanîna gerîllayan nayê çareserkirin. Wê ev, bibe mîna ku mirov pirsgirêka Kurd daxe asta ‘pirsgirêka terorê’. Her wiha dê di nîqaşên ku di demên pêş de bên kirin de, li ser çareseriya pirsgirêka Kurd lêhûrbûnek hebe.