Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser nîqaşên “Dê ji niha şûnde ji qereqolên xwe derkevin û li bejahiyê bi “terorîstan” re şer bikin” û got; “Bi vî awayî hepsbûna xwe ya di qereqolan de jî qebûl dikin. Dê hêzên taybet derkevin bejahiyê, derbê li gerîlla bixin. Ev 30 sal e her ku tengav dibin li gorî xwe li rêbazên leşkerî û teknîka ku dê gerîlla tengav bike digerin.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya bi sernavê “Dema çareseriya bingehîn e” ya di malpera rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hate weşandin de got; “Bi dewleta Tirk û hukûmetê re zîhniyeta çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ye. Di nava plan û hesabê; dê çawa ji vê pirgirêkê xelas bibin û qirkirina çandî bi rêbazên nû çawa bidomînin de ne.” Nivîsa Bayik wiha ye:
“Hukûmeta AKP’ê her ku tengav dibe û rexne jêre tên îmaja demokrasiyê bi xwe re çêdike û hêviya ku dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hin gavan biavêje ji xwe re kiriye şêwazekî taktîkî. Îfadeya vê yekê ya li ber çavan bi cezakirina generalan bê çi qasî demokrat e û bi gotina plana Kurdan a bi sê merheleyan, dixwaze li ser hin lîberal û hevkarên xwe yên Kurd ku ji hêviyan re amade ne nêrîneke bi vî rengî çêbike. Lewma propagandaya derew a ku dê AKP ji bo pirsgirêka Kurd gavên nû biavêje, dikin. Bi cezakirina generalan dixwaze êrîşên xwe yên faşîst û karaktera faşîst a Tirkîtiyê veşêre.
Dê ji niha şûnde ji qereqolên xwe derkevin û li bejahiyê bi “terorîstan” re şer bikin. Bi vî awayî hepsbûna xwe ya di qereqolan de jî qebûl dikin. Dê hêzên taybet derkevin bejahiyê, derbê li gerîlla bixin. Ev 30 sal e her ku tengav dibin li gorî xwe li rêbazên leşkerî û teknîka ku dê gerîlla tengav bike digerin. Li gorî derdikevin derve bi van “Kale Kol” (qereqolên bi modela nû ya teknîkê hatine avakirin) ên îcad kirine, nabe. Yanî dê “Rambo” derkevin bejahiyê bê çawa şer bikin hemû Tirkiye ji nêz ve dê bibîne. Bi rastî bi nîqaşên vî rengî dixwazin aliyê siyasî û pirsgirêkên girêdayî mafên Kurdan veşêrin. Jixwe car caran bi gotina ‘Pirsgirêka Kurdan tune ye, pirgirêka PKK’ê û terorê heye’ zîhniyeta xwe derdixin holê. Gotina Serokwezîr a “Pirsgirêka Kurd nemaye” zîhniyeta wî dide der.
Bi dewleta Tirk û hukûmetê re zîhniyeta çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ye. Di nava plan û hesabê; dê çawa ji vê pirgirêkê xelas bibin û qirkirina çandî bi rêbazên nû çawa bidomînin de ne. Ji Kurdan û hêzên demokratîk re gotinên xapînok ên weke, “Me ev gav avêtin” pêve tu hewldana wan tune ye. Jixwe Tevgera Azadiyê ya Kurd ev çend sal in di daxuyaniyên xwe de dibêje ku dewleta Tirk dixwaze daxwazên gelê Kurd bi hin gavan vala derxe. Di mijara Tirktiyê de nermayiyê çêdike; daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî bi dersa vebijêrkî ji ser guhê xwe diavêje, daxwaza Kurdan a xweseriya demokratîk ku dixwaze xwe bi rê ve bibin, bi firehkirina hin qadên xizmetê yên rêveberiyên herêmî wê bibêje, me pirsgirêka Kurd çareser kiriye. Plan dike makezagona nû ku difikire, li ser vê bingehê dizayn bike; ev jî plansaziya neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Dê bibêje me çareser kiriye û bi vê re êrîşên xwe li ser daxwaza azadiyê û têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd zêdetir bike. Ji bilî hesabê, ez çawa bikim ku Kurdan di nava vê pergala qirkirina çandî de bihêlim pêve tu tiştekî din tune ye.
Bi rastî dewleta Tirk ne ji dîrokê, ne ji pêvajoya 30 salan û ne jî ji rewşa siyasî ya niha encamek rast dernexistiye. Di rewşa pêşbirka nîjadperestiyê de fikirandinek di cih de ne mijara gotinê ye. Hemû aliyên siyasî, burokrasiya sivîl û leşkerî serê xwe bi mijara em ê çawa Kurdan di pergala qirkirina çandî de bihêlin diêşînin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çawa çareser bibe serê xwe naêşînin. Her çi qas hin derdor û kesên di nava dewlet û siyasetê de bi nêzîkatiya çareseriyeke mayînde nêzîk dibin jî bi gelemperî asta wan a bandorkirinê tune ye.
Kurd ev sed sal in Têkoşîna Azadiyê dimeşînin. Ev têkoşîn di 40 salên dawî de gihiştiye asteke nû. Êdî bi xapandin û tedbîrên palyatîf ne mimkun e xwe ji vê pirsgirêkê xelas bikin. Li dijî polîtîkayên pelçiqandinê vîn û biryardariya berxwedanê derketiye holê. Ji ber vê yekê divê êdî dewleta Tirk paradîgmaya xwe biguherîne. Divê ji xeyala Tirkkirina Kurdan û avakirina yek millet vegere. Ev xeyal dê encamên neyênî yên ku Tirktiyê jî têxe talûkeyê derxe holê.
Heta ku Rêberê Gelê Kurd di esaretê de be, li ser Wî tehdît û şantaj bên meşandin di pirsgirêka Kurd de tu tişt nayê kirin. Ji ber ku di vê polîtîkayê de zîhniyeta çareserkirina pirsgirêkê tune ye. Mirov nikare qala niyeta baş bike. Beriya her tiştî divê ev rastî were zanîn. Heke ji bo çareseriyê gavên bingehîn bên avêtin wê demê wate û encameke wê çêdibe. Ji bilî vê ji xapandin û israrkirina neçareserkirinê pêve tu wateya wê tune ye.
Xweseriya demokratîk, yanî xwe bi xwe birêvebirina Kurdan cewher û esasê çareseriyê ye. Gelê Kurd weke nasnameya azadiya Wî jî û jiyana Wî ya demokratîk jî tê vê wateyê. Nefêmkirina vê yekê serê xwe xistina bin xîzê ye. PKK ji bo xwe tiştekî naxwaze. Gelê Kurd dê xwe bi xwe bi rê ve bibe. Jixwe ev di nava demokratîkbûna Tirkiyeyê de pêk bê. Pirsgirêka Kurd di çarçoveya xweseriya demokratîk de çareserkirin tê wateya demokratîkbûyîna giştî ya Tirkiyeyê. Di vê rewşê de çi li Kurdistanê çi li Tirkiyeyê be tu heza otorîter nikare bibe rêveberî; Tirkiyeya dibe demokratîk, Kurdistana dibe demokratîk destûrê nade. Ji ber vê yekê gotina, PKK ji bo otorîteya xwe qadeke dîktatoriyê ava dike demagojî ye û tê wateya ku mirov ard bi ser werîs dake. Hinceta di neçareseriyê de israrkirin e.
Kurd êdî jiyana demokratîk û azad ji însafa dewleta Tirk re nahêle. Pergala azadîxwaz û demokratîk ji niha ve ava dike. Naxwaze li kêleka tu zîhniyeta dagirker û paşverû bimîne û bi wan re bijî. Naxwaze bi polîtîkaya neçareseriya dewleta Tirk bê xapandin. Êdî di tu mijaran de înîsiyatîfê ji dewleta Tirk re nahêle. Di însafa dewleta Tirk a zîhniyeta berê de mayîn li pey dewleta Tirk çûyîne. Heke bibêjin, “Çima Tevgera Azadiyê ya Kurd di aliyê siyasî û leşkerî de pêngaveke nû avêt?”, bersiva wê ev e. Bi gotineke din dixwaze navika xwe bi xwe jêbike. Ji ber ku nêzîkatiya Tevgera Azadiyê ya Kurd a di cih de û mutewazî bi awayekî nebaş hate bikaranîn.
Bi nermkirina têgeha Tirkitiyê, bi dersa vebijêrkî daxwaza perwerdehiya zikmakî vala derxistin, pûç kirin, daxwaza Kurdan a xwe bi xwe birêvebirinê bi firehkirina qada xizmetê ya şaredariyan, tu dibêjî qey pirsgirêka Kurd çareser kirine û Kurd di pergala qirkirina çandî de hiştin xwe dîtina weke hêştirmeyê ye. Êdî ne dema ku bi xapandinê dem qezenc bikine, dem dema afirandina çareseriya bingehîn e.”