Serokê berê yê AKP’ya navçeya Sûra Amedê Hamît Çelîkkanat ku ji aliyê gerîlayan ve hatibû binçavkirin û piştre serbest hat berdan, ji AKP’ê îstîfa kir.
Gerîlayên HPG’ê di 22’ê tebaxê de li navçeya Pîrana Amedê, Serokê berê yê AKP’ya navçeya Sûra Amedê Hamît Çelîkkanat binçav kirin. Çelîkkanat ji aliyê HPG’ê ve serbest hat berdan. Çelîkkanat îro civînek çapemeniyê li dar xist û aşkere kir wî ji AKP’ê îstîfa kir.
Hamît Çelîkkanat ku duh di demjimêrên 17.00'an de serbest hate berdan li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê yê Aemdê Prz. Abdurrahman Ay û Çelîkkanat tevlî civînê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî têkîlidarî mijarê de daxuyanî da diyar kir ku, bi serbest berdana Çelîkkanat binpêkirinek jî holê hate rakirin. Bîlîcî anî ziman ku, li Amedê divê tu kes ji ber ramanên xwe yên siyasî û nasnameya xwe neyê girt.
Bîlîcî da zanîn ku banga wan tenê ji bo HPG'ê nîne ji bo dewletê ye û wiha got: "Divê hemû kesên siyaseta legal dikin rastî tu zext, lêpirsîn û dozan neyên û neyên biçavkirin û girtin. Divê em azad siyasetê bikin. Divê em pirsgirêkên Tirkiyeyê azad nîqaş bikin."
AKTAR: EM DÊ AGAHIYÊN BAŞ BIGIRIN
Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar jî diyar kir ku, di vê pêvajoyê de kesên hatin girtin tên serbest berdan gele girînge. Aktar anî ziman ku, hêviya wan ewe kesên din yên hatin girtin jî serbest bên berdan û wiha got: "Ez bawer dikim ku di rojên dawî dem em dê agahiyên wisa bigirin. Me duh agahiya dê Serokê AKP'ê yê Colemêrgê jî teslîm bikin girt. Dê dîsa Baro, MAZLUMDER û ÎHD qasidiyê bike. Ez bêjin dê li Herêma Federal ya Kurdistanê ev yekê pêk bê. Tiştên wisa ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dê bibin wesîle. Ez bawer dikim ku dê pêvajoyekî nû destpê bike. Ez bawer dikim ku tu pêvajoyên çareseriya pirsgirêka Kurd hedef negirin aştiyê bi xwe re naynin."
AY: HÊJ GELEK KES DI GIRTÎGEHAN DE NE
Serokê Şaxa MAZLUM-DER'ê yê Amedê Prz. Abdurrahman Ay jî diyar kir ku, jiyana mirovan gelek bi qîmete û divê nebe amûrê bazartiyê. Ay anî ziman ku, divê tu kesên sivîl yên siyasetê dikin ji ber ramanên xwe rastî zext û tecrîdan neyên û wiha got: "Hêj gelek kes di girtîgehan û di destê rêxistinê de tên girtin hene."
ÇELÎKKANAT: HERÎ ZÊDE ŞERTÊN XWEZAYÊ ZORÎ LI MIN KIR
Serokê Rêxistina AKP'ê yê Sûr yê berê Hamît Çelîkkanat jî diyar kir ku, nêzî 38 rojan di destê gêrîlayên HPG’ê de ma. Çelîkkanat anî ziman ku, rastî tu muameleyên nebaş nehat û tenê şertên xwezayê zorî da wî. Çelîkkanat da zanîn ku, hemû hewcehiyên wî hatin dîtin û girtina wî ji ber şexsê wî ne ji ber AKP'ê bû. Çelîkkanat daxuyand ku wî ji AKP'ê îstîfa kir.
Çelîkkanat pirsa rojnamegeran ya "We ji ber teqînên HPG'ê îstîfa kir?" wiha da: "Tu teqîn nekirin. Min bi vîna xwe ya azaad ev biryar girt. Ez naxwazim peyamekî siyasî bidim. Hêj min tu îfade nedane dozger. Ez li cihekî weke şiketfê hatim girtin."