Pevçûnên dijwar ên ku duh li Serêkaniyê di navbera şervanên YPG’ê û komên çekdarên ku ji Tirkiyeyê derbasî Serêkaniya Rojavayê Kurdistanê bûn dest pê kir bi dijwarî berdewam dike. Li gorî çavkaniyên YPG’ê herî derdora 70 çekdar hatin kuştin û şervanek YPG’ê jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bûye.
Komê çekdar ên ku duh sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas kirin, careke din êrîşê taxên Kurdan kir. Di encamê de li rastî mudaxeleya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat. Pevçûnên dijwar ên ku duh dest pê kirin heta niha berdewam dike.
Ji şervanên YPG’ê Rustem Azad ê ku li qada şer a Serêkaniyê ye, ji kanala Ronahî TV re axivî û diyar kir ku di encama pevçûnan de derdora 70 endamên komên çete hatine kuştin û bi dehan birîndar bûne.
Her wiha, hat ragihandin ku Li Serêkaniyê di encama şerên ku ev 2 roj in di navbera Yekûneyên Parastina Gel(YPG) û komên Çekdar ên ji aliyê Tirkyê ve derbasî bajarê Serêkaniyê bûn. Şervanê YPG'ê Ferhad Elî Qewas jiyana xwe jidest da û birayê wî şervanê YPG'ê Xalid Elî Qewas giran birîndar bû.
Şer duh di navbera YPG'ê û komên çekdar ku girêdayî Newaf Raxib Elbeşîrin û ji aliyê Tirkiyeyê têne destekkirin rû da. Komên ku behsa wan tê kirin ji deriyê sînor yê di destê Tirkiyeyê de derbasî bajarê Serêkaniyê bûn. Komên çekdar dema êrîşî malên kurda kirin, rastî mudaxeleya yekîneyên YPG'ê hatin di encamê de şer derket