Çapameniya tirk şîfreyên komkujiya Parîsê aşkere kir..!

Çapameniya tirk şîfreyên komkujiya Parîsê aşkere kir..!

Li Enstîtuya Kurd ya Parîsê du roj berê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Komkujî bi qasî çapemeniya cîhanê di ya tirk de jî cih girt. Di çapemeniya cîhanê de pirsnîşanên der barê komkujiyê de hene, lê çapemeniya tirk hemû aşkera kir! çapemeniya tirk ya ku êdî dozgeran jî li pey xwe hiştine îdia kirin ku ‘Hebasê navbera rêxistinê ye’ û ji bo bûyer bê veşartin di nav hewldaneke mezin de ye.

Li Parîsa paytexta Fransayê 3 siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez hatin qetilkirin. Di serî de Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû Ewropa û cîhanê di rêza yekemîn ya rojevê de cih girt. Lê komkujî dîsa li Tirkiyeyê weke her tim ji ‘refleksa çapemeniyê’ derbas nekir. Piştî komkujiyê cigirê partiya desthilatdariyê ya AKP’ê Huseyîn Çelîk daxuyaniyek da û piştî gotina wî ya ‘înfaza nava rêxistinê ye’ şûnde qelemşorên AKP’ê ketin dewrê.

Piştî daxuyaniya Çelîk weşanên weke Hurriyet, Vatan, Yenî Şafak, Zaman, Ajansa Nûçeya a Cîhan, Habervaktîm , ‘şîfreyên komkujiyê’ bi awayekî asayî weke ‘înfaza nava rêxistinê’ hat dayîn. Di vê dema ku behsa çareseriyê tên kirin de pêkhatina komkujiyê û gotinên desthildatdariya AKP’ê yên wekê ‘înfaza nava rêxistinê ye’ bi awayekî aşkera dîsa nêrîna AKP’ê û çapemeniyê derdixe holê. Ev helwest û gotinên AKP’ê û çapemeniyê şîfreyên feraseta ‘çareserî, muzakera û aştiyê’ vedibêje.

Huseyîn Çelîk di daxuyaniyê got ku aliyekê dibêje ‘hêj zû ye ku mirov tiştekî bêjin, divê em bisekinin û bibînin’ û li aliyê din jî dibêje ‘hesabên rêxistinê yên navxweyî” û îdia dike ku PKK’ê pêk aniye. Yanî li gorî xwe jî aqubeta lêpirsînê jî bi xwe diyar dike. Çelîk di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Niha bi Ocalan re hevdîtinan dest pê kir. Ew jî têrê nake dibêjin bila ev were, ew were. Ev wisa nabe. Nûnerên kurdan ne BDP û ne jî PKK ye. Li Tirkiyeyê beşek girîng ya kurdan dengan dide AKP’ê. Li aliyekê din ew jî nikarin bi dewletê re runin bazarê bikin.” Çelîk bi van gotinên xwe hedefa marjînalîzekirin û pasîfîzekirina tevgera kurdan digire.

DI XIZMETA JI BO DESTHILATDARIYÊ DE SÎNOR NÎNE!

Piştî daxuyaniya Çelîk çapemeniya tirk ket dewrê û nûçeyên ku bûyerê biavêjin stûyê PKK’ê li pey hev weşandin. Nivîskarên ku weke nivîskarê “kurd” tê nasîn Îbrahîm Guçlu di nivîsa xwe de got; “Qendîl û Îmrali bi hev ket. Gotinên Ocalan yên der barê Sakîne Cansiz de hatibin gotin û bên aşkerakirin dê her kes ruyê xwe bigire û bimeşe. Der barê wê de tiştên ewqas nebaş hatine gotin hene.” Dîsa Zaman û Habervaktîm jî analîza komkujiyê kirin û dîsa di rojanameya Vatanê de analîza Guçlu ya bi ser navê ‘Sakîne Cansiz der barê Ocalan de xwedî agahiyên kûr bû’ weşand û bi vê gotinê navnîşan nîşan da.

Vatan û Hurriyetê ku hêj der barê bûyerê de tu tişt nehatiye tespîtkirin îdia kirin ku ‘ev hesabdayîna navbera rêxistin’ ye.

JI KIŞANAK JI BO GOTINÊN ÇELÎK BERTEKÊN TUND

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak diyar kir ku ev komkujî ‘kemîna ku li pêş çareseriya pirsgirêka kurd hatiye danîne’ û wiha got: “Hûn ligel kujeran in, an hun dostên kujeran in? Gelo hun kujeran diparêzin. Çima hun vê komkujiyê vedişêrin. Ger hinek be jî mirovahiya we hebe, ger hinek be jî berpirsyariya we hebe hun ê bêjin em weke dewleta Tirk dê vê komkujiyê aşkera bikin. Ger ku li hincetan bigerin, veşêrin wê demê kujer hun in.” Kişanak got ku bila Huseyîn Çelîk gotinên ku vegotina, wateya wan bizane û biaxive û got; Gelo ferman da? Kê kujer şandin wir?”

DEMÎRTAŞ: HÛN ÇIMA DITIRSIN?

Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî li ser twîtterê bertek nîşanê Çelîk da bû û got; ‘"Di pêvajoya hases de AKP li şûna ji bo komkujî bê zelalkirin ligel Fransayê hewildanan bike dibêje, 'înfaza di nava rêxistinê de' û hewl dide rê li vê yekê bigire." Demîrtaş bertek nîşanî daxuyaniya ji aliyê AKP'iyan ve hate dayîn da û got: "Ez li hemberî vê helwestê vê yekê dipirsim; Wê demê kesên daxuyanî dan, em çi dizanin ku tiliya wan di nava vê komkujiyê de tune? Sedema xof û tirsa we çi ye?