Çandar: Kurd bi baldarî nêzî pêvajoyê dibin
Çandar: Kurd bi baldarî nêzî pêvajoyê dibin
Çandar: Kurd bi baldarî nêzî pêvajoyê dibin
Rojnameger Cengîz Çandar di komxebata Meclisa Aştiyê ya Amedê ya Tirkiyeyê, ku di bin navê 'Çima, çawa, ji bo kî aşitî' tê lidarxistin de axivî û da zanîn ku hevtîtina duyemîn a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re lezahiyek bû hatiye qezenckirin. Çandar destnîşan kir ku kurd bi baldarî û bi navber nêzî pêvajoya aştiyê dibin.
Ji aliyê Meclisa Aştiyê ya Amedê ya Tirkiyeyê li Salona Resepsiyona Sumerparka Amedê komxebata 'Çima, çawa, ji bo kî' pêk hat. Berdevka Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, Rojnameger Cengîz Çandar, Maya Arokan, Mete Çubukçu, Celal Başlangiç, Alî Bayramoglu, Nemciye Alpay, Prof. Dr. Mehmet Bekaroglu, Dr. Ugur Işik, ên ku aştiyê diparêzin û gelek rêxistinên sivîl yên civakî di komxebatê de amede bûn. Civîn bi sernavê 'Riya ku diçe aştiyê û zimanê aştiyê' nîqaş bên destpêkirin.
Axaftina vekirina komxebatê Endamê Meclisa Aştiya Amedê ya Tirkiyeyê Şemsettîn Koç kir. Koç da zanîn ku Tirkiye beriya aştiyek rast dike û wiha axivî: "Aştî ji bo ku dijminî tune be, şer çênebe, xirabî çênebe, şer pêk neyê û ji bo mirov li hemberî hev di nava aştiyê de be. Ji ber wê jî divê riyên û lêgerînên baş werin hilbijartin."
Koç diyar kir ku divê wateya 'Aştî' li bakurê firatê û bakurê rojava wek hev bê fêmkirin û wiha pêda çû: "Aştî li rojavayê Firatê wekî ji hev parçe bûn, serdestî winda kirin tê fêmkirin, li bakurê Firatê jî wekî demokrasî, azadî, maf, hiqûq, edalet û wekhevî tê fêmkirin. Lê ligel şerê 30 salan ku ewqas mirin çêdibe dîsa jî gel, bawerî û çand li hev nehatine asta dijminahiyê.
'TIRKIYE WEKÎ WELATÊ GIRTÎGEHÊ TÊ BÎRANÎN'
Koç diyar kir ku li Tirkiyeyê 130 hezar mirov di girtîgehan de ye û wiha domand: "Li Tirkiyeyê kujer, diz, bazirganên tiryakiyê û çete bi rehetî serbest tên berdan, lê parlamenter, şaredar, rojnameger, rewşenbîr, xwendekar û bi hezaran siyasetmedarên kurd û tirk ku hatine hilbijartin hêjî di girtîgehan de ne. Em êdî hînê qetilkirina kirine. Lê lêpirsînên ku derbarê kujeran de hatine destpêkirin hêjî negihîştiye encamekê. Komkujiya Roboskê, Basa, Sêwas mînakên vê yekê ne. Piranî aboriya welatekî ji polîtîkayên şer, çek ewlehî re tê xerc kirine. Lê qet qala edaletê hiqûqê û azadiyê nayê kirin."
TIRKIYE DI PÊVAJOYEK HESAS RE DERBAS DIBE
Piştî Koç Berdevkê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz axivî û diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng re derbas dibe divê ku herkes vê yekê bibîne û li berçavan re derbaz bike. Tahmaz da zanîn ku rexmî hemû xebatan jî dîsan ji bo aştiyekî mayinde bi dest nehatiye xistin û wiha got: "Ji ber van kêmaniyan li Hatay, Sînop û Samsûnê êrîşên lîncê pêk hatin. Ji bo ku ev yek pêk neyên pozîsyona dest pêke ew e ku divê dest ji gotinên êrîşkarî werin berdan."
Tahmez bi lêv kir ku ji bo aştiyek mayinde divê hemû alîgirên çareseriyê, hemû dînamîkên civakî piştgirî bidin pêvajoyê ji bo ku zemîna aştiyê bê avakirin û wiha axivî: "Însiyatîfa ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin ev di heman demê de ji bo ku em ji çek, şer û pevçûnan xilas bibin hatiye kirin. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em heya dawiyê wî dergeyê bêxin zoriyê."
KURD BI BALDARÎ NÊZ DIBIN
Piştî Tahmaz di rûniştina ku Dr. Moderatorê Ugur Işik bi mijara sernavê "Biwêjên aştiyê yên cîhanê" de jî rojnameger Cengîz Çandar nirxand. Çandar wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di dîrokê de nêz de jî li Girava Îmraliyê ku Abdullah Ocalan lê dimîne heya roja meya îro gelek hevdîtinên cûda hatin kirin. Di rojhilatê Firatê de mereqek mezin ji bo hevdîtinan heye. Vê carê ev kar wê bibe? Ev hest herî zêde li rojava û rojhilatê Firatê heye. Gelê kurd heya roja îro gelek êş kêşane, her çiqasî ku rastî gelek zilamê hatine be jî û her çiqasî ku 'Ev pêvajo li gel Abdullah Ocalan' tê kirin jî dîsa gelê kurd divê pêvajoyê de bi hesas tevdigere."