Canan: Wesiyeta Elçî yeketiya gelê Kurde

Canan: Wesiyeta Elçî yeketiya gelê Kurde

Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan da diyarkirin ku, wesiyeta Serokê Giştî yê KADEP’ê û Parlementerê Amedê Şerafetîn Elçî ku jiyana xwe ji dest dayî, yeketiya di navbera gelê Kurd debû û got: “Serkeftin û azadbûna Kurdan di yeketiya Kurdan de derbaz dibe.”

Ji bo 6’ê Çileyê ku dê 3’mîn Kongreya Asayî ya Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Geverê pêkbê, li avahiya navçeyê civîna çapemeniyê hate li darxistin. Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Cigirê Şaredarê Bajarokê Bajargehê Tacedîn Sefali, Serokê BDP’a Bajargehê Tahsîn Kaya, keyayên taxan û gelek welatî tevlî civînê bûn.

Di civînê de ji bo bîranîna Serokê Giştî yê KADEP’ê û Parlementerê Amedê Şarefetîn Elçî deqîqeyek ya rêzgirtinê hate girtin, Parlementerê BDP’ê yê Colemêrgê Esat Canan got, li cihek stratejîk weke Geverê kongre lê were pêkanîn dê morale bide tevayî siyasete Kurd.

Canan got: “Destkefiyên Kurdan yên beriya 30 sal û piştî 30 salan li ber çavanin. Piştî vê êdî ev pêvajoya destkeftiyên Kurdan gihandina finalê ye. Şerafetîn Elçiyê ku bi salan tekoşîn ji bo Kurdan da û beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da, wesiyeta Elçî ew bû ku Kurd bibin yek, yeketiya Kurdan bû. Yeketiya Kurdan mîraseke ji Elçî bo me mayî. Ji ber vê çendê em bi israrin ku parêzeran bixin nava xebatên Geverê. Rêveberiya ku dê di 3’mîn kongreya asayî de were hilbijartin hem dê di hilbijartinên herêmî û hem jî di yên serokkomartiyê de rolek aktîv bilîzin.”

Civîn bidaxwaz û pêşniyaran bidawî bû.