Çalakiyên li herêmên di bin kontrola gerîlayan de didomin

Çalakiyên li herêmên di bin kontrola gerîlayan de didomin

Çalakiyên gerîlayên li herêmên di bin kontrola gerîlayan de didomin. Di encama çalakiyên gerîlayan ên li Şezmînan-Geverê de di çalakiyan de wesayîtek kirpî û ye jî akrep ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin rûxandin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya li navçeyên Şemzînan , Gever û Çelêya Colemergê berdewam dike çalakî û pevçûn berdewam dike.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di 4'ê Cotmehê de (îro) di saet 00.40'an de li dijî karwaneke leşkerî ya ji Geverê ber bi Şemzînanê ve diçe ji aliyê gerîlayên me ve li navbera Şapata û Radiolînkê de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke kîrpiyê hatiye rûxandin, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Di 4'ê Cotmehê de (îroj) di saet 02.30'an de li dijî karwaneke leşkerî ya ji Şemzînanê ber bi Geverê ve diçû ji aliyê gerîayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayiteke zirxî ya akrep hatiye rûxandin, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Ev demeke li navçeya Şemzînê li dijî paleyên Garê û Malayan de ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Ji ber artêşa dagirker a tirk rastî berxwedana gerîlayên me hatine, nekarîne pêş de werin û naçar mane gaveke xwe bidin paş. Operaysona li herêmê hîn jî berdewam dike.

Di 3'ê Cotmehê de di saet 22.00'an de li Geverê di navbera girên Serengîl û Memîşta de di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna nîv saetê berdewam kirî de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

Di 4'ê Cotmehê de (îroj) di saet 09.00'an de li Gundê Gite yê biser Gevêrê helîkoptereke skorskyê ya xwestiye li herêmê daxîne rastî bergiriya gerîlayên me hatiye û neçar maye bê ku dakeve ji herêmê dûr ketiye.

Di 3'ê Cotmehê de ji saet 07'ân heta niha li dijî herêmên Çarçela û Mêrgezerê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. “