Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê Amed çalakiyên gerîlayan ên li Amed, Colemêrg, Dêrsim, Agirî û Îdirê de agahiyên berfireh da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê da zanîn ku Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Armanc û Şehîd Ronahî berdewam dike û derbarê serwergiya gerîlayan a li Colemêrgê de agahî da. Her wiha, HPG’ê çalakiyên li Îdir û Agiriyê girt ser xwe.
Di daxuyaniya hat dayîn de diyar kir “Di 14'ê Îlonê de Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Armanç Şehîd Ronahî û Şehîd Harûn a hatibû destpêkirin, di vê çarçovê de li Amedê li dijî girên ewlekeriya girên Fermandariya Tûgaya Lîceyê digirin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin û ev agahî da; “
TEVGERA ŞOREŞGERÎ YA ŞEHÎD ARMANC Û ŞEHÎD RONAHÎ
“Di 19'ê îlonê de di saet 19.30'an de li dijî 2 girên ewlekeriya girên Fermandariya Tûgaya Lîceyê digirin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber bombebaran kiriye.
LI HÊNÊ PEVÇÛN
Di 18'ê îlonê de li navçeya Hanê ya Amedê li dijî wesayiteke doblo ya 4 leşker di hundirê wê de ne û ji qereqola Hegesor derdiket li hişyariyên gerîlayên me yê raweste guhdar nekiriye û gule reşandiye ser gerîlayên me. Li vir di navbera gerîlayên me û di navbera leşkerên dijmin de pevçûneke demkurt qewimiye. Encamê vê çalakiyê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
LI HERÊMÊ OPERASYON
Di 18'ê Îlonê de di navbera saet 16.00-17.00'an de li navedan Bedlîsê li dijî herêma Terkan a bi ser Şehîd Serxwebûne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan bê ser û ber hatiye bombekirin.
Ji 17'ê Îlonê û vir ve li navçeya Pîrana Amedê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî derdora Qereqola Kaniya Spiyê bi hewan û obusan bê ser û ber tê bombekirin. Di encama vê bombebaranê de şewata li daristana destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”
SERWERIYA LI COLEMÊRGÊ DIDOME
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê Tevgera Şoreşgerî ya li Şemizînan, Gever, Çelê û Colemêrgê de jî got; “ Serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelêya Colemergê berdewam dike hin çalakî hatine lidarxistin.” Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn;
“Di 18'ê Gulanê de di saet 19.45'an de li ser riya Gever û Şemzînanê li dijî baregeheke polîsan ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, dijmin jî bi 3 embûlansa kuştî û birîndarê xwe ji vê herêmê dûr xistiye.
Di 19'ê îlonê de di navbera saet 12.00-18.00'an de li ser riya Gever - Oramarê li herêma Geliyê Doskî rê hatiye kontrolkirin. Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvejoyê de hatiye agahdarkirin.
Ji 19'ê Îlonê de ji saet 23.00'an heta 20'ê Îlonê 08.00'an li dijî Gostê, Garê, Neqip, Ava Hecibeg ên bi ser Şemzînanê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Herweha ji 17'ê îlonê û vir ve li dijî herêmên ertûş, Garêya biçûk û mezin,Cîloyê biçûk ên bi ser Çelê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Di encama bombebaranan de şewata li daristanên Ertûşê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.
Di 19'ê îlonê de di navbera saet 12.00-19.00'an de li navçeya Gevera Colemergê ji aliyê artêşa dagirker a tirk leşker û cebilxane veguheztine qereqola Sînewayê.”
LI ERZÎNGANÊ KONTROLA RÊ
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 19'ê îlonê de di navbera saet 18.00-20.00'an li ser riya Dersim-Erzinganê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û wiha hat gotin; “ Di 70 wesayitên hatiye rawestandin de nasname hatine kontrolkirin û gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 2 wesayitên şîrketên bi dijmin re hevkariyê dikin û li Kurdistanê bê destûr bazirganiyê dikin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin. “
LI DIJÎ TURK TELECOMÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê derbarê çalakiya li Îdirê de got; “Di 19'ê Îlonê de di saet 23.00'an de li navenda Îdirê li nêzî Qereqola Korxanê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin herweha wesayiteke Turk Telekomê û xeta ceryanê ya diçe qereqola Korxanê ji aliyê gerÎlayên me ve hatiye rûxandin.”
ARTÊŞA TIRK KESEK KUŞT
HPG’ê diyar kir di 18'ê Îlonê de di saet 22.45'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî Qereqola Teperuzê pevçûna di navbera gerîlayan û leşkerên dijmin de qewimî bû ji raya giştî re hatibû aşkerekirin û got; “Di vê pevçûnê de di encama gulebarana artêşa tirk a bê ser û ber de welatiyeke sivîl ê navê wî nehatiye zelalkirin jiyana xwe ji dest daye.”