Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan vê hefteyê çalakiya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" ji bo biranîna Rojnameger û Gerînendeyê Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk pêk anîn. Di çalakiya ku di hefteya 206'an de pêk hat de Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku, li ser vê axê kesên pirziman, çand û nasnameyê dixwazin tên qetilkirin û feraseta yek ziman yek çand û yek olî serdeste.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 206'an de çalakiya "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" berdewam kir. Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakiya vê hefteyê diyarî Rojnameger û Gerînendeyê Rojnameya Agozê Hrand Dînk ku di 19'ê Çileya 2007'ê de hat qetilkirin kir.
Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan amade bûn. Dîsa pankart û wêneyên windayan rakirin û aqûbemta windayan pirsîn. Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bilicî diyar kir ku, di hefteya 206'an de dîsa ji bo winda bên dîtin kujer bên darizandin li hev kom dibin û vê hefteyê ji bo bîranîna Rojnameger Hrant Dînk dikin.
Bîlici sersaxî ji malbata rojnameger Mehmet Ali Birand re jî xwest û wiha got: "Di ser kuştina Hrant Dînk re 6 sal derbaz bûn. Lê hêj kujer nehatin ditin. Kesên ser vê axê kesên pirziman, çand û nasnameyê dixwazin tên qetilkirin û feraseta yek ziman yek çand û yek olî serdest e. Birêz Hrant, mixabin dê li vî welatî hêj gelek kevok bên kuştin. Ji ber ku kesên feraseta yek ziman, yek çan û yek bawerî serdestin. Em wekî parazvanên mafên mirovan dixwazin kujerê Hrant Dînk bên darizandin û cezakirin. "
Pişti daxuyaniyê çalakî piştî rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.