Çalakiya rûniştinê ya li Amedê di roja 2. de ye

Çalakiya rûniştin ya li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Amedê ku ji bo protestokirina êrîşên qirkirina sîyasî ya dijî siyasetmedarên Kurd û serbestberdana kesên ku hatine binçavkirin hatî destpêkirin di roja 2. de ye.

Çalakiya rûniştinê ya ku li pêşiya avahiya Rêxitina Paritiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê ji bo protestokirina êrîşên qirkirina siyasî ya li Kurdistanê hatî destpêkirin di roja xwe ya 2. de dewam dike. Ji beriya çalakiya rûniştinê avahiya DBP’ê ya Amedê ji aliyê wesayîtên zirxî yên polîsan ve hate dorpêçkirin.

Ji beriya çalakiya rûniştinê destpê bike polîsên ku bi amadekarên çalakiyê re civiya, diyar kirin ku çalakî “Ji derveyî qanûnê ye” û bi hinceta ku li ser torên komelayetî banga bejdariyê li çalakiyê hatine kirin rê nadin ku çalakiyê pêk bînin. Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca a ku li dijî hewldanên polîsan bertek nîşan da, diyar kir ku wê çalakî bê li dar xistin. Piştî hevdîtinan girseyê dest bi çalakiyê kirin.

Di çalakiya rûniştinê de rêveberên HDP’ê û DBP’ê, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Parlemeterên HDP’ê yên Amedê Ziya Pîr û Feleknas Ûca jî beşdar bûn. Gelek welatiyên ku beşdarî çalakiya rûniştinê bûn tevî berdewamiya çalakiyê bê deng rawestan û binçavkirin û zext protesto kirin.

Piştî çalakiya rûniştinê û şûn de Parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr axivî û diyar kir ku heta 59 siyasetmedarên Kurd ên ku di operasyonên qirkirina siyasî yên ku li Amed û navçeyên wê hatin binçavkirin serberst neyênberdan wê her roj saetekê çalakiya rûniştinê dewam bikin. Pîr ji bo hê xurtirkirina çalakiyê bang li gelê Amedê kiri ku sibehê saet 17:00’an de beşdarî çalakiya rûniştinê bibin.

Çalakiya rûniştinê bi çepik û tilîliyan ve bi dawî bû.