Çalakiya nobetê ya li Amedê dewam dike
Çalakiya nobedê ya ku bi armanca binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina avahiya şaredariyê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Çalakiya nobedê ya ku bi armanca binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina avahiya şaredariyê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Çalakiya nobedê ya ku piştî binçavkirina Kişanak û Anli û dorpêça li ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê hatibû destpêkirin, dewam dike. Tevî hemû êrîşa polîsan jî, berxwedan gelê Amedê û çalakiya nobedê didome. Rawestana li ser rêya Amadeyî li gel Parlementerê Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Ferhat Encû, Parlementera Colemêrgê Selma Irmak, Parlemetera Sêrtê Besîme Koca, rêveberên DBP’ê, xebatkarên şaredariyê û bi sedan kes didome.
Çalakiya nobedê ya ku tevî dorpêça polîsan jî, hat diyarkirin ku heta Kişanak û Anli bê berdan wê dewam bike.