Bûtçeya 2013’an ya Başûrê Kurdistanê hate protesto kirin

Bûtçeya 2013’an ya Başûrê Kurdistanê hate protesto kirin

Bûtçeya 2013’ê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê ku ciyewaziyek pir mezin di navbera dahata herî kêm û herî zêde heye, li ber Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Înîsiyatîfa Alîkariya Hejar û Qûrbaniyan ve hate protestokirin.

Li Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê li ber deriyê Parlementoya Kurdistanê bûtçeya 2013’an ya ku dahata herî kêm 127 Dolar û ya herî zêde jî 400 hezar Dolare, ji aliyê Înîsiyatîfa Alîkariya Hejar û Qurbaniyan ve bi daxuyaniyek ya çapemeniyê hate protesto kirin.

DAHATA WELATIYEKÎ 127 DOLARE, YA SEROKÊ HERÊMA B.KURDISTANÊ 400 HEZAR DOLARE!

Berdevkê Înîsiyatifê Elî Mehmûd di daxuyaniyê de da diyar kirin ku, di bûtçeya 2013’an ya hikumeta Başûrê Kurdistanê de dahata welatiyek asayî 127 Dolare û ya Serokê Herêma Kurdistanê 400 hezar Dolare û pêwîste Hikumeta Herêma Kurdistanê vê bê mafiya li gel û welatiyan tê kirin sererast bike. Mehmûd bi berdewama axaftina xwe de wiha got; “Kurdistan bi vê sîstema xwe ve bûye desthilatiyek herî bêdadî ya welatên cîhanê. Ev ciyewaziye her ku diçe zêde bide, hejar hejartir dewlemend jî dewlemendtir dibin. Her çendî ku desthilatên Kurdistanê behsa mafên hejaran û welatiyan bike jî lê di rastiyê de ew xizmeta aliyên dewlemend dikin.”

Mehmûd diyar kir ku, ew van daxwazên xwe pêşkeşê Parlementerên Kurdistanê dikin ku parlementer van daxwazên wana bixin di nava nîqaşê de û wiha berdewam kir; “Em wek Înîsiyatîfa Alîkariya Hejar û Qurbaniyan ku ev tenê beşek ji daxwazên me ne pêşkeşî Parlementoya Başûrê Kurdistanê dikîn û raya gişti ya Kurdistanê bi hêviya piştgirî li van daxwazên me were kirin û bûtçeya 2013’an li parlementoyê bixin nav guftugo û nîqaşan de.”

‘PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN NE ZELALBÛNA BÛTÇEYA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE’

Parlementerê Parlemena Kurdistanê yê Lîsta Goran Ferman Ezeddîn jî diyar kir ku, pirsgirêka herî mezin û berbiçav ‘Ne zelalbûna’ bûtçeya Herêma Kurdistanê ye û wiha berdewam kir; “Di Herêma Kurdistanê de dahata kê çiqase bitaybet dahata kesên dewlemend ku di dezganên partî û Hukumeta Herêma Kurdistanê de kar dikin tu carî nehatiye zanîn. Ji bo ku ev yeke zelal bibe tişta ji destê min û Tevgera Goran tê wê were kirin. Di daxuyaniya ku ji bo çareseriya pirsgirêka bûtçeya 2013’an ya ji 8 maddeyan pêk dihat hate xwendin wiha hate rêzkirin:

1-Zêdekirina dahata herî kêm ku 127 Dolare û li beramber wê kêmkirina dahata herî zêde ku 400 hezar Dolare.

2-Rêjeya bacê li gorî dahatê were eşkere kirin û dahata ku ji baca dewlemendan tê bi aweyek zelal biçe nav bûtçeya Hikumeta Başûrê Kurdistan û ji bo xizmeta hejaran were bikaranîn.

3-Pêwîste kesên kû ji xêzanên dahata wana tuneye û di kirêyan de ne di dezgahên fermî yên herêma Kurdistanê de kar bikin.

4-Pêwîste mûçeyê kesên binemalên şehîdan, kêmendamên şoreşê, kîmyabaran û enfalê were zêdekirin.

5-Piştgiriya daxwazên kêmendaman bitaybet ew kêm endamên ku radewan yan ya kêmendamtiyê pir zêdeye û nikarin karekê bikin pêwîste mûçeyê wana were girêdan yan jî were zêde kirin.

6-Mûçeyê berpirsê malbatê ji 150 hezar Dînar bibe 250 hezar Dînar û jibo her zarokek jî ku bi şertê bixwîne 50 hezar Dînar were girêdan.

7-Mûçeyê berpirsên xêzanên penaberên ku ji ber şert û mercên siyasî ji parçeyên din yên Kurdistanê hatine bi taybet yê (wargeha Mexmûr, Koyê û Zirgowêr) were girêdan:

8-Bûtçeyek ji malbatên ku qet dahata wana tuneye û di xaniyên kirê de dijîn were eşkere kirin.