Bûldan: Sala 2013 dê bibe saleke serkeftina kurdan

Bûldan: Sala 2013 dê bibe saleke serkeftina kurdan

Parlementera Îdirê ya BDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku, sala 2013'an dê bibe sala gelên bindest û got: "Ev sal dê bibe sala serkeftinê li ser serkeftina kurdan zêde bike ye. Ya herî girîng dê bibe sala azadiya birêz Ocalan."

2'mîn Kongreya Awarte ya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Navendî ya Îdirê li Qiratxaneya Dîlanê pêk hat. Parlementera BDP'ê ya Îdirê Pervîn Bûldan, Endamên Partiyê ya BDP'ê Abbas Yoldaş û Metîn Bîngol, Serokê Rêxistina BDP'ê ya bajêr Mehmet Çîrka, Cigirê Şaredarê Îdirê Huseyîn Malk, Şaredarê Bajaroka Halfelî Omer Aksu, Serokên rêxistina BDP'ê yên navçeyan û delege beşdarî kongreyê bûn.

Li salonê panqarta "Em qirkirina li ser gelê kurd bi tundî şermezar dikin" û flamayên kesk sor û zer hatin daliqandin. Di kongreyê de Şaredarê Bajaroka Halfelî Omer Aksu axivî û diyar kir ku, têkoşîna Kurd bi her awayî bi ser ketiye. Cigirê Şaredarê Îdirê Huseyîn Malk jî da zanîn ku, li Parîsê 3 siyasetmedarên Kurd ên jin hatine qetilkirin û got: "Em qetilkirinê bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin ji bo kiryar derbikevin holê divê hikûmeta Fransayê lez bide xebatên xwe."

Parlementera Îdirê Pervîn Bûldan jî, bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê pêk tên û wiha got: "Destpêkirina bi birêz Ocalan re serkeftina berxwedana gelê Kurde. Em ketin pêvajoyek ku daxwazên gelê Kurd bêne qebûl kirin. Ev 30 salin êş dikişînin. Em niha di pêvajoya aştiyê hinekê din pêş bixin de ne. Tecrîda li ser birêz Ocalan bi saya serê gelê me rabû ye. Lê em nikarin bibêjin bi birêz Ocalan re dikarin dest bi têkoşînê bikin. Ev tenê îstîşareyeke."

Bûldan bal kişand ser qetilkirina bûyera li Parîsê jî û ev tişt gotin: "Em êşa 3 hevalên jin ên di têkoşîna jin û azadiyê de cih girtine dijîn. Yên ev bûyer pêk anîne qatilên ku naxwazin aştî pêk bêne. Ji hêla kîjan alî ve hatibe kirin em bi tundî şermezar dikin. Berdela wê çi dibe bila bibe heta kiryarên bûyerê dernekevin holê em dê têkoşîna xwe bidomînin. Qetilkirina van her sê hevalan piştî di hevdîtina birêz Ocalan de silavên xwe ji hevalên me yên jin re şandibû de pêk hatî ne tesadûfî ye."

'EV SAL DÊ BIBE SALA AZADIYA BIRÊZ OCALAN'

Bûldan da zanîn ku, ew dê li pêşiya yên zihniyeta aştiyê asteng dikin, bibin asteng. Bûldan wiha got: "Hikumeta ku îro birêz Ocalan mixatab girtiye divê ya PKK'ê jî mixatab bigire. Bi vê re dê pêvajoya aştiyê temam bibe. Hikumeta AKP'ê di pêvajoya aştiyê de jî li hemberê gerîlayan operasyon lidar dixe. Di 1'ê çileyê ku pêvajoya aştiyê dest pê kir de 10 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Ev yek ji bilî çareseriyê dirêj bike ne tişteke dine. Lê xala em gihiştinê dê sala 2013'an bibe sala gelên bindest. Sala serkeftinê ya li ser serkeftina gelê Kurd zêde bike ye. Ya herî girîng jî dê bibe sala birêz Ocalan bigihije azadiya xwe."

Piştî axaftinan 225 delegeyan deng bikaranîn. Piştî deng hatin jimartin, Hasan Safa weke Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Navendî ya Îdirê hate hilbijartin.