Boykotê deriyê dibistanan qûlf kir

Boykotê deriyê dibistanan qûlf kir

Li navçeyên Mehsert û Nisêbînê yên Mêrdînê li 16 gund û bajarokan 1500 xwendekar ji 8’ê cotmehê ve naçin dibistanan. Piştî xwendekaran dibistanan boykot kir, deriyên dibistanan hatin qûlfkirin.

Li gorî nûçeya DÎHA’yê, li 16 gund û bajarên navçeyên Mehsert û Nisêbînê yên Mêrdînê ji 8’ê cotmehê ve naçin dibistanan. Xwendekar û serwerên wandibêjin: “Heta li dibistanan dersên Kurdî neyên dayin, em naçin dibistanên Kurdan. Em êdî perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Divê em xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derbikevin. Mafê tu kesî tune ye ku zimanê me yê zikmakî li me qedexe bike” û bi vî awayî dibistanboykot kirine.

Li vê herêma ku weke herêma Omeriyan tê zanîn hezar û 500 xwendekar neçûn dibistanan, ji ber wê jî deriyên dibistanan hate qûlfkirin û 60 mamoste jî neçar man ku dest ji dibistanan berdin.

Gund û bajarokên dibistan boykot kirine ev in: Gundên girêdayî navçeya Mehserta Mêrdînê Kurkê, Hebise, Cinata Bîçuk, Cinata Mezin, Xirbeka, Herbê, Cibilgiraveê, Talatê, Xereb, Dêrcêmê, Kuzu,Hatxe, Gurik, Miştinê, Zivingê, Stiliê.