Bombeya deng avêtin fermandariya Garnîzonê

Bombeya deng avêtin fermandariya Garnîzonê

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bombeya deng avêtin fermandariya Garnizonê ya Leşkerî.

Komek ciwana ji bo operasyona leşkerî ya li Elka Şirnexê ku 7 gêrîlayên HPG'ê têde jiyana xwe ji dest dan şermezar bikin li Cizîrê çalakî pêk anîn. Koma ciwanan li ser kolana Hezexê meş pêk anîn û rê li trafîkê girtin. Koma ciwanên ku çalakî pêk anîn piştî rê li trafîkê girtin, heta derengê şevê çalakî pêk anîn û belav bûn. Balkêşe polîs nehatin cihê bûyerê û komê heta derengê şevê çalakiya xwe berdewam kir.

Li aliyê din koma ciwanan di demjimêr 22.30 û 23.00'an de li taxa Nûrê ya Cizîrê li dijî Fermandariya Garnîzonê ya Leşkerî çalaki pêk anîn û bombeya deng avêtin.