Bombebaran, veguhastina leşkerî û keşif
Bombebaran, veguhastina leşkerî, tevgera keşfê û kontrolên rê yên ji aliyê artêşa Tirk ve tên kirin, bê navber dewam dikin.
Bombebaran, veguhastina leşkerî, tevgera keşfê û kontrolên rê yên ji aliyê artêşa Tirk ve tên kirin, bê navber dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê tevgera leşkerî ya artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG'ê der barê tevgera leşkerî de ev agahî bi raya giştî re parve kir:
"Di 9'ê Gulanê saet di navbera 11:00 - 12:00 de ji qereqola Girana ya li xeta sînor a herêma Avaşîn e û di bin kontrola artêşa T.C a dagirker de ye, qada Mêrgê bi tankan hat bombekirin.
Di 9'ê Gulanê saet di navbera 13:00 - 17:30 de ji qereqolên Meymûn, Vacîp, Sînek, Yekmal û Çete yên artêşa T.C a dagirker ên li xeta sînorê Heftanînê ne, bi obus û hawanan qadên Girê Şehîd Şêxmûs, Şehîd Kendal, Şehîd Rênas, Kêlik û Deriyê Dawetiya hat bombekirin.
Her wiha heman rojê saet di navbera 21:30 - 00:00 de ji Alaya Topvaniyê ya Gulyazi ber bi Qereqola Meymûn ve veguhastina leşkerî hat kirin.
Di 9'ê Gulanê saet di 06:00 de di navbera navçeya Amed Farqînê û Malabadî de bi maşînên zirxî yên artêşa Tirk re kontrola rê hatiye kirin.
Di 9'ê Gulanê saet di navbera 11:00 - 12:00 de li ser ava Perî û qada Çomak a navçeya Çewlik Gêxî, helîkopterên bi tîpa Skorsky ên artêşa T.C a dagirker keşif kirine.
Di 9'ê Gulanê saet di navbera 23:00 - 00:00 de li ser xeta sînor û qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, artêşa T.C a dagirker bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye."
ÎRANÊ LI QENDÎLÊ KEŞIF KIR
HPG'ê da zanîn ku di 9'ê Gulanê saet di navbera 11:00 - 12:00 de artêşa Îranê li ser herêma Qendîlê bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşif kiriye.