Her hefte têkildarî nûçe û gengeşiyên xirabûna tenduristiya Serok Komarê Iraqê Celal Telebanî tên belavkirin. Offisa Serok komarê Iraqê (DSKI) têkildarî vê yekê di 5'ê Çileya 2013'an daxuyaniyek nivîskî weşand. DSKI'ê nûçeya mirin an jî xirabûna tenduristiya Telebanî bersivand û got: "Telebanî qonaxa bi tirs derbaz kiriye û tenduristiya wî ber bi başiyê ve diçe."
Serok Komarê Iraqê Celal Telebanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Al-Malikî di roja 18'ê Kanûna 2012'an li bîroyaTelebanî civiyan. Di şevê de tenduristiya Telebanî têkçû û rakirin nexweşxanyê. Niha Telebanî li nexweşxaneyek Almanya yê tê dermankirin. Ji wê rojê heya niha hin caran nûçeya mirina wî tê belav kirin. Offisa Serok Komarê Iraqê (DSKI), daxuyaniyek nivîskî weşand ku kopyayek wê jî ji ajansa nûçeya ya Dîcle DÎHA'yê re şandin. Heman daxuyanî di malpera înternetê ya Serok Komar de jî weşad." DSKI'ê nûçeya rojnameya Le Fîgaro ya Fransî derewand û got: "Komek bizîşkên taybetî serperiştiya çareser kirinê Telebanî dikin. Bizîşkan dubare kirine ku Telebanî qonaxa bi tirs derbaz kiriye û tenduristiya wî ber bi başiyê ve diçe."
NÛÇEYÊN XWE BISPÊRIN OFFISA TELEBANÎ!
DSKI'ê wiha got: " Her çend tenduristiya Telebanî ker ku diçe baştir dibe. Lê mixabin rojnameya Le Figaro ya Fransî nûçeya nerast weşandiye û dibêje rewşa tenduristiya Telebanî xirabe. Ev yek jî neraste. Em weke Offisa Serok Komarê Iraqê daxwaz ji hemû çapemeniyan dikin ku, ji bona ku nuçeyê rast bigrin çavkaniyê nûçeyên rast tenê Offisa Serok Komarê Iraqê ye."
TELEBANÎ ÇAWA NEXWEŞ KET?
Di roja 18'ê Kanûna 2012'an de Serok Komarê Iraqê Celal Telebanî û Serokwezîrê Iraqê Nûrî Al-Malikî, têkeldarî alozên navberê Malikî û Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyan. Tenê Telebanî û Malikî li bîroya Telebanî li Bexdayê hatin cem hev. Civîn ji demjimêr 18:30'ê êvarî heya demjimêr 21:00'ê şevê dom kir. Piştre Telebanî di demjimêrên 22:00'ê şevê de bi rayedarên Herêmê (ku navê wan nehatiye aşkerakirin) re axivî.
Di demjimêr 23:00'ê şevê de tenduristiya Telebanî têk çû û di demjimêr 03:00'ê şevê Telebanî rakirine nexweşxaneyê (Medînet Tûb) ya Bexdayê. Piştî 3 rojan Telebanî rakirin nexweşxaneyek Almanyayê û li wê derê tê dermankirin. Ji roja Telebanî nexweş ketî heya niha nûçeyên cûda di derbarê xirabûna tenduristiya Telebanî û carna nûçeyê mirina wî jî tên belav kirin.