Bîrlîk: Mirinên li Girtîgeha Şirnexê bi guman in

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk diyar kir, mirina du mehkûmên zarok bi guman e, ku hatibû îdîakirin her du zarokan di êvara 28'ê Îlonê de xwe şewitandine. Bîrlîk got, lêpirsîna di vî warî de hê neqediya ye.

Bîrlîk bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku der hal heyetekê bişîne girtîgehan.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê zext û zordarî di asteke gelekî dijwar de ne. Têkildarî bûyerên li girtîgehê diqewimin, agahiyên têrker bi dest nakevin. Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger, ku li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê di 10'ê Cotmehê de dest pê kir, dewam dike.

Wekî din, li heman girtîgehê, êvara 28'ê Îlonê ji ber ku demeke dirêj e destûr ji girtiyên zarok re nayê dayîn malbatên xwe bibînin, îsyan derketibû û du kesan jiyana xwe ji dest da bûn.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, rewşa dawî ya li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê û qedexeya derketina derve ya li bajêr hê jî dewam dike, ji ANF'ê re nirxand.

Bîrlîk da xuyakirin, ku destûr ji wan re nayê dayîn ew biçin girtîgeha li Şirnexê û girtiyan bibînin. Bîrlîk got, ew bi rêya parêzerên ÎHD'ê agahiyan ji girtîgehê digirin û anî ziman, ku dozgeriyê têkildarî bûyerên qewimîn-diqewimin lêpirsînek daye destpêkirin.

Bîrlîk diyar kir, tevî ku demeke dirêj derbas bû jî lêpirsîn hê dewam dike û got, "Me nekarî dozger bibînin. Gotin ne li vir e. Me bi daxwaznameyê serî li Wezareta Edaletê û Komîsyona Girtîgehê ya Meclîsê dan. Têkildarî greva birçîbûnê û zarokên jiyana xwe ji dest dane, hê jî bersiv ji pirsên me re nehatiye dayîn."

'MIRINA HER DU ZAROKAN BI GUMAN E'

Bîrlîk da zanîn, raporên otopsiyê yên zarokên ku tê gotin li Girtîgeha Şirnexê hatine şewitandin, ji parêzeran re nayên dayîn û got, "Min yek ji malbatên van zarokan dît û got, zarokê wan hatiye kuştin. Li vê girtîgehê du girtî tên kuştin. Wezareta Edaletê der barê vê de hê daxuyaniyek nedaye. Me berê jî bûyerên li Girtîgeha Şirnexê qewimînx istibûn rojevê. Tevî ku me ji wan re ragihand ku ev bûyer dikarin biqewimin, lê serlêdana me ji nedîtî ve hatin. Di ser mirinê re çend roj derbas bûne, lê hê jî ti daxuyanî nehatiye dayîn. Mirina her du zarokan bi guman e."

'REVÎR JI HOLÊ RAKIRINE'

Bîrlîk da xuyakirin, ku her du girtiyên tê îdîakirin 'xwe şewitandine' ji qewîşên xwe hatine derxistin û birine qewîşeke din û wiha dewam kir: "Ji ber ku nexweş in dibin qewîşeke din. Madem nexweş e, çima dibe qewîşeke din? Çima nayên dermankirin. Ev 4 meh in bi ti awayî şer nîne, dikarin bi hêsanî tedawî bikin. Revîr bi temamî li girtîgehê ji holê rakirine. Midûrê Girtîgehê, dozgerê girtîgehê eger lêpirsîna xwe neqedîne û Waliyê Şirnexê ji vê rewşê berpirsyar in. Pêkanînên kêfî hê jî dewam dikin. Em nikarin agahiyeke zelal bi dest bixin. Zext zêde bûne; li girtîgehê greva birçîbûnê dest pê kiriye. Mirina du kesan, nêzîkatiya tê nîşandan radixe pêş çavan."

'DIVÊ KOMÎSYONEK BI RENGEKÎ LEZGÎN BIÇE GIRTÎGEHAN'

Parlamenter Bîrlîk xwest, qedexeya derketina derve ya li Şirnexê derhal were rakirin û got, "Pêwîste heyetek ji saziyên mafên mirovan, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Komîsyona Girtîgehê ya Meclîsê vê derê ziyaret bike. Eger ev sazî nikarin werin, banga me li CPT ye, ku der hal li vê girtîgehê lêkolînê bike. Ne tenê li vir, li hemû girtîgehên din jî mafên mirovan tên binpêkirin. Divê li temamiya girtîgehan lêkolînê bike."

'JI BO PÊŞÎ LI HILWEŞANDINA XANIYAN NEYÊ GIRTIN, QEDEXEYÊ RANAKIN'

Bîrlîk da xuyakirin, ku li ser dema rakirina qedexeya derketina derve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û got, "Fikara wan ev e; eger qedexe were rakirin wê malbat bên û pêşî li hilweşandina xaniyan bigirin. Fikara muteahîtê niha li wir dixebite û ya Waliyê Şirnexê ev e. Vê yekê di hevdîtinan de jî bi rengekî vekirî bilêv dikin. Sedema zilma li gelê Şirnexê tê kirin ev e."