Birîna ceyranê midûr ji peywira wan kirin

Birîna ceyranê midûr ji peywira wan kirin

Li Amedê qutkirina ceyranê ev meheke didome û ev yek rê li bertek û nerazîbûnên gel vedike. Ji ber birîna ceyranê Midûrê Navende yê Belavkirina Elektîrê ya Dîcle A.Ş (DEDAŞ) Nîhar Nurbakî ji peywirê hat girtin.

Li Amedê ji ber birîna ceyranê gel û esnafan gelek caran rê girtin û xwepêşendanên protestoyî pêk anîn. Piştî protesetoyan Midûrê DEDAŞ’ê Nîhat Nurbakî ku du caran ji peywirê hatibû girtin û bi biryara dadgehê dîsa vegeriyabû û cigirên wî ji peywirê hatin girtin.

Nurbakîku bi salane peywira Midûriya DEDAŞ’ê dike, anîn ser peywira cigirê midûrê herêma A. Ş ya Firotina Giştî ya Elektîrka Dîcleyê. Her wiha Midûrê Mereşê Sînan Şavata jî anîn ser Midûriyeta ku vala mabû.

Her wiha cigirê midûr Ahmet Firat jî ji peywirê hat girtin û Zeynel Tugrul anîn şûna wî. Cigirê Mdiûrê Şîrketa DEDAŞ’ê Saît Altun jî ji peywirê hat girtin. Îbrahîm Gurbuz jî anîn şûna wî.