Bi hezaran kes ji bo komkujiya Roboskiyê ya ku 34 gundiyên kurd hatin qetilkirin, çûn gundê Roboskiyê. Bernameya Bîranê ya ku Hevserokên BDP’ê û KCD’ê jî tevlî bûn destpê kir.
Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, parlamenterên BDP’ê, HDK, MAZLUM-DER, Federasyona Komeleyên Dêrsimê, Meclisa Aştiyê û gelek rêxistin û saziyên civaka sivîl xwe gihandin Roboskiyê.
Li Qada Gund malbatan heyet pêşwazî kirin û piştî pêşwazî kirinê di demjimêr 10.00’an de bîranîna girseyî destpê kir. Di salvegera komkujiyê de helîkopterên li ser Roboskiyê diçûn hatin şermezar kirin û piştî deqîqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk axaftinek kir. Bername bi axaftina Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş didome. Axaftina Demîrtaş bê navber bi dirûşmeyên ‘ Kujer Erdogan’ hate birîn.