Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundê Silê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Silê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Têkîldarî ziyanên bombebaranê agahî bi dest neketin.

Piştî ku duh balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Kanê û Sêgirî ên qontara Çiyayê Metînayê bombebaran kirin, li herêmê şewat derket, baxên gundiyan û bi sedan dar şewitîn.