Li Tirkiyeyê şer zêde dibe û binpêkirina mafan jî zêde dibe. Pêkanînên li dijî cenazeyên gêrîlayên HPG'ê ji serdema salên 90'an xirabtirin. Li gorî ÎHD'ê di sala 2010'an de 14 kesan, di sala 2011'an de 28 kesan ji bo ku îşkence li cenazeyên gêrîlayên HPG'ê hatiye kirin serî li Şaxa ÎHD'ê dan. Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî diyar kir ku, ev li dijî peymana şere û xwest Tirkiye li gorî Peymana Şer ya Cenewre tev bigere.
Li herêmê pêkanînên di şer de, geşedan û pêkanînên salên 90'an dîsa dubare dikin. Di salên 90'an de leşker û cerdevanan cenazeyên gêrîlayên HPG'ê perçe dikirin li ser wêne dikişandin. Dîsa guhê wan jê dikirin, çavên wan derdixistin û îşkence bi wan dikirin. Niha jî heman dîmen dîsa belav dibin û zêde dibin. Ji ber ku di demên dawî de dîsa rayedarên dewletê îşkenceyê li cenazeyên gêrîlayên HPG'ê dike, malbat êdî li hemberî vê yekê serî radikin û îsyan dikin. Ji ber ku cenaze tên perçekirin û nayên naskirin, malbat neçar dimînin ku serî li testa DNA'yê bidin. Herî dawî wêneyê ku leşkeran li ser cenazyên 8 gêrîlayên HPG'ê kişandibûn nerazibûn zêde kir. Li gorî rapora ÎHD'ê di sala 2010'an de 14 malbatan û di sala 2011'an de 28 kesan serî li komeleyê da. Di 6 mehên 2012'an de jî 6 malbatan serî li komeleyê dan û diyar kirin ku, cenazeyên zarokên wan rastî îşkenceyê hatiye.
Li gorî rapora ÎHD'ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê cenazeyên 3 gêrîlayên HPG'ê yên jin rastî tacîzê hatin. Doktorên bûn şahidê bûyerê bertekên xwe nîşan dan. Li gorî rapora 2010'an Bavê gêrîla Ozgur Daghan Mehmet Nesih Daghan, serî li Şaxa ÎHD'ê da û diyar kir ku, wî di wêneyê kurê xwe de dît ku li ser bedena cenaze şop tune, lê piştî birin Saziya Tipa Edlî û cenaze wergirt, li cenaze îşkence hatibû kirin. Dayîka gêrîla Gulistan Daghan jî bertek nîşanî vê yekê dabû û ketibû rojiya mirinê.
Dîsa birayê gêrîla HPG'ê Meral Bingol Emrullah Bingol serî li şaxa ÎHD'ê dabû û anîbû ziman ku, li ser bedena xwişka wî tarîbatên mezin çêbûne. Bîngol anîbû ziman ku, çekên kîmyewî hatine bikar anîn û êdî cenaze nas nake. Di 5'ê Tîrmeha 2010'an de cenazeyên 11 gêrîlayên HPG'ê hatibûn şewitandin û cenazeyên wan êdî nedihatin naskirin. Dîsa li navçeya Bişêriyê ya Êlihê dozgeriyê diyar kiribû ku, 5 cenazeyên HPG'ê tev şewitîne û nayên naskirin. Di raporê de hate diyarkirin ku, di 27'ê kanûnê de li Şemzinanê şer derket û li ser cenazeyê gêrîlayên HPG'ê Mahmut Kiliçaslan îşkence hate kirin û destê wî hatibûn jêkirin.
ÎHD'ê da zanîn ku di 30'ê Hezîranê û 1'ê Tîrmeha 2010'an de 12 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan û wêneyê cenazeyên wan bi helîkopterê hatin kişandin. ÎHD anî ziman ku, di wêne û dîmenan de tê xuyakirin ku li ser cenazeyan îşkence hatiye kirin.
FERMANDAR LI XWE MIKUR HAT
ÎHD'ê di raporê de da zanîn ku, li navçeya Şemzînanê di 11'ê Îlonê de cenazeyên 2 gêrîlayên HPG'ê li ber peykerê Ataturk û nivîsa "Vatan Bir Butundur Parçalanamaz" (Welat yeke nayê perçekirin) û "Ne Mutlu Turkum Diyene" (Çi keyfxweşiye yê ku dibêje ez Tirkim) hatibûn dirêjkirin û ev yek bû sedema bertek û çalakiyên mezin. Di 22'ê Cotmeha 2011'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê çekên kîmyewî û napalm hatin bikar anîn û 35 gêrîlayên HPG'ê bi çekên kîmyewî û bombeyên napalmê jiyana xwe ji dest dan. Kesê bi navê A.A. Serî li şaxa ÎHD'e da û gotibû "Dema min di fermandariya hewayî de peywir dikir, kesê bi navê Metîn Eron û hevalên wî gêrîlayên birîndar ango teslîm dibûn di anin yekîneyê û bi wan îşkence dikir. Kesên nediaxivin û agahiyên şaş didan bi helîkopterê dibirin li wan îşkence dikirin û dixistin komayê. An kuştî dihatin an jî li ber mirinê bûn. Lê ji ber ku tiştek ji destê me nedihat me ew defin dikirin. Ev tişt berî me jî pêk dihat û hêj didome. Dema Metîn serxweş bû her tişt digot û diyar dikir ku, gêrîlayên PKK'ê yên dikuştin davêtin gola Kebanê û bendavên li derdora Êlihê."
BÎLÎCÎ: LI DIJÎ HIQÛQ Û PEYMANA ŞERE
Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî diyar kir ku, ev li dijî peymana şere û xwest Tirkiye li gorî Peymana Şer ya Cenewre tev bigere. Bîlîcî anî ziman ku, di demê dawî de îşkenceya mezin li ser cenazeyan dikin û ev yek hem li dijî peymana şer û hem jî li dijî mafên mirovan e û nayê qebûlkirin.