Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Parka Koşuyolu berdewam kir. ÎHD'ê vê hefteyê çalakî diyarî Ceylan Onkol ya 12 sali ku di 28'ê Îlona 2009'an de bi guleya hawanê ya leşkeriyê jiyana xwe ji dest da kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku, ji sala 1988'an heta niha 563 zarok û ji serdema AKP'ê heta niha 183 zarok hatine qetilkirin.
Şaxa ÎHD'ê û Xizmên Windayan yên Amedê di hefteya 190'an de li pêş Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" berdewam kir. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan amade bûn û wêneyên kesên di salên 1990'an de hatin binçavkirin û windakirin û wêneyên kesên ji aliyê kesên kujer nediyar ve hatin qetilkirin rakirin. Malbatan di çalakiye de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Di çalakiya ÎHD'ê û xizmên windayan de rêveberên TUHAD-DER, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, BDP, DÝAY-DER, Hewldana 78'an û KESK'ê Amade bûn.
‘DI SERDEMA AKP’Ê DE 183 ZAROK HATINE QETIL KIRIN’
ÎHD'ê û xizmên windayan vê hefteyê çalakî diyarî Ceylan Onkol ya 12 sali ku di 28'ê Îlona 2009'an de bi guleya hawanê ya leşkeriyê jiyana xwe ji dest da kir. Di çalakiyê de wêneyê Onkol jî hate rakirin. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Raci Bîlîcî anî ziman ku, ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin mirov tên kuştin û wiha got: "Di bîlançoya şerê 24 salan de dînemek tirsnak derdikeve pêşberî me. 2 roj berê li navçeya Ebexa Wanê Samî Aktî yê 13 salî, li Çewlikê zarokê bi navê Ramazan Kizilozuz hatin qetilkirin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de 183 zarok hatin qetilkirin. Bîlîcî diyar kir ku, ji sala 1988'an heta niha 563 zarok û ji serdema AKP'ê heta niha 183 zarok hatine qetilkirin. Bîlîcî da zanîn ku zaroka 12 salî Ceylan Onkol li gel 3 sal berê hate qetilkirin hêj kujerê wê nehatiye darizandin û hikûmet kujeran diparêze.
Birayê Ceylan Onkolun Rifat Onkol jî anî ziman ku, ew li hemberî çalakiya şemiyê ya malbatan û ÎHD'ê hurmetdarin û wiha got: "Em bang li hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Erdogan dikin. Guh bidin dengê dayîkên aştiyê dixwazin. Em naxwazin êdî zarokên me bên kuştin. Ligel Ceylan 3 sal berê hate kuştin hêj tu delîl ronî nebûye û kujer nehatiye darizandin. Em dê heta dawî têkoşînê bidin."
Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk jî axivî û piştre 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.