Bîlançoya şer a sala 2012

Bîlançoya şer a sala 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) bîlançoya şer a 2012 aşkere kir. Li gorî bîlançoyê 320 operasyonên bejahî, 324 êrîşên hewayî pêk hatin. Li hemberî van operasyonan jî gerîlayan 736 çalakî pêk anîn. Di encama pevçûnên qewimî de 2221 endamên çekdar ên dewleta Tirk hatin kuştin û 314 gerîla jiyana xwe ji dest dan.

HPG-NÇR bîlançoya şer a 2012 bi raya giştî re parve kir. Ji bîlançoya ku hate weşandin aşkere dibe ku şer û pevçûn herî zêde di mehên tebax-îlon-cotmehê de dijwar bûne. Her wiha, di van mehan de çalakiyên gerîlayan gihişt asteke bilind.

320 OPERASYONÊN BEJAHÎ, 736 ÇALAKIYÊN GERÎLAYAN

Li gorî bîlançoyê artêşa Tirk di nava salekê de 320 operasyonên bejahî, 184 êrîşên hewayî, 140 êşrîên kobrayan, 406 êrîşên tank û topan pêk anîn. Di encama evan operasyonan de 203 pevçûn qewimîn. Herî zêde di meha tîrmehê de operasyon pêk hatin. Di tîrmehê de 55 û di berfanbarê de jî 2 operasyon pêk hatin. Di meha îlonê de 44 êrîşên hewayî pêk hatin û êrîşên bi tank topan herî zêde di meha tebaxê de pêk hatin û ev jî 77 caran pêk hatin. Pevçûn herî zêde di meha hezîranê de pêk hatin di hezîranê de 44, çile-nîsan 12, û di meha berfabarê de jî pevçûnek qewimî.

Gerîlayan li hemberî van operasyona di sala 2012 de 736 çalakî li dijî artêşa Tirk li dar xistin û encamên 230 ji van çalakiyan aşkere bûne. Di meha tebaxê de gerîlayan 183, îlonê 188 û cotmehê jî 148 çalakî pêk anîn. Li gorî bîlançoyê hejmara leşkerên hatine tesbîtkirin ku mirine 2221 ye. Her wiha 859 endamên hêzên dewletê birîndar bûne û 314 windahiyên gerîlayan çêbûne.

15 SKORKSY HATIN XISTIN

Li gorî bîlançoyê, di mehên çile-sibat-adar-nîsanê de 79 gerîlayan, gulan: 24, Hezîran: 24,Tîrmeh: 22, Tebax: 31, Îlon: 46, cotmeh: 45, mijdar: 41, kanûn:2 û bi giştî di sala 2012 de 314 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî bîlançoya salê 15 helîkopterên Skorsky ji aliyê gerîlayan ve hatin xistin, 42 helîkopterên skorsky (12 jê di îlonê de) û 11 helîkopterên kobra derbe xwarin.

139 KES JI ALIYÊ GERÎLAYAN VE HATIN BINÇAVKIRIN

Çalakiyek din a gerîlayan ku di sala 2012 de zêde bû, çalakiyên binçavkirinê bûn. Li gorî bîlançoyê di Gulanê de: 31, Hezîran: 7, Tîrmeh: 21, Tebax: 18, Îlon: 10, Cotmeh: 39, Mijdar: 13 û bi giştî di sala 2012 de 139 kes ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin an jî girtin.

WESAYITÊN HATINE TUNEKIRIN Û TECXÎZATÊN HATINE DESTESERKIRIN

Di bîlançoya salê de hejmara tecxîzatên artêşa Tirk ên ji aliyê gerîlayan ve hatine desteserkirin û tunekirin jî cih digirin. Li gorî vê Çile-Sibat-Adar-Avrêl: 10 Çeper, 1 Balefira Keşfê, 1 wesayîtê zirxî, 1 Kameraya Termal, 1 Dûrbîna Nîcon, 1 Çeka A4, Gulan: 1 Dûrbîna Nîcon, Hezîran: 9 Wesayit, 1 çeka A4 , 2 Dûrbîna Nicon, 1 Termal, Tîrmeh: 1 Dag Geyigi, 5 wesayitên leşkerî, 2 Kirpi, 2 Akrep, Tebax: 18 panzer, 4 reo, 2 akrep, 2 kirpi, 1 jamer 16 çeper, otobusek, 18 panzer, 2 kîrpî, 2 akrep, 4 reo, wesayiteke jamer, 6 A4, 2 MG3, 1 BKC, 5 çeka G3, 3 Dûrbînên Nîcon, 10 Telefon, 4 vagonê trênan, konteynirek, Îlon: 3 otobüs, 6 panzer, 1 kîrpî, 4 akrep, 1 reo, 2 tank, 2 wesayita meqam a zirxî, 23 vagon, 4 çeka A4, 1 BKC, 1 hewan, 1 HK33, 1 çeka B7, cîhazeke termalê, Cotmeh: 6 wesayitên zirxî, 4 daggeyigî, 3 wesayitên jamer ê sînyalan tevlihev dike, 2 tank, 1 panzêr, 2 wesayita akrep, 2 wesayitên reo, 1 wesayita kîrpî, çekek otomatîk a BKC, cîhazeke termal, 2 qutî fîşekên A6, Mijdar: 4 tank, 2 çeka giran a otomatî A4, çekeke balefirşikêr, wesayiteke kirpiyê, wezayiteke zirxî, wesayiteke daggeyigi yên artêşa Tirk ji aliyê gerîlayan ve hatine tunekirin.

Hejmara teçxîzatên artêşa Tirk ên ku di mehên tebax-îlon-cotmehê de ji aliyê gerîlayan ve hatine desteserkirin wiha ye:

Tebax: 18 panzer, 4 reo, 2 akrep, 2 kirpi, 1 jamer 16 çeper, otobusek, 18 panzer, 2 kîrpî, 2 akrep, 4 reo, wesayiteke jamer, 6 A4, 2 MG3, 1 BKC, 5 çeka G3, 3 Dûrbînên Nîcon, 10 Telefon, 4 vagonê trênan, konteynirek

Îlon: 3 otobüs, 6 panzer, 1 kîrpî, 4 akrep, 1 reo, 2 tank, 2 wesayita meqam a zirxî, 23 vagon, 4 çeka A4, 1 BKC, 1 hewan, 1 HK33, 1 çeka B7, cîhazeke termalê

Cotmeh: 6 wesayitên zirxî, 4 daggeyigî, 3 wesayitên jamer ê sînyalan tevlihev dike, 2 tank, 1 panzêr, 2 wesayita akrep, 2 wesayitên reo, 1 wesayita kîrpî, çekek otomatîk a BKC, cîhazeke termal, 2 qutî fîşekên A6.

XEBATÊN BI ARMANCA LEŞKERÎ DI HEDEFA GERÎLAYAN DE NE

Çalakiyek din a gerîlayan ku di sala 2012 de balê dikişîne ew e ku gerîlayan çalakiyan li hemberî xebatên bi armanca leşkerî zêde kirine. Gerîla herî zêde di vî warî de li hemberî bendav û avahiyan çalakî li dar dixin. Di tabloyê de bîçlançoya çalakiyên gerîlayan ên bi ser navê “Wesayitên bi xebatên bi armanca leşkerî hatine bikaranîn ên hatine tunekirin” hatiye weşandin wiha ye:

Tîrmeh: 13 Kamyon, 25 Tir, 58 wesayitên kar, 11 dozer, 1 traktor, 1 silindir, 1 transit, 3 Greyder, 2 pikap

Tebax: 17 Kamyon, 20 Tir, 1 wesayita kar, 4 dozer, tankereke avê, 17 telefon

Îlon: 41 Kamyon, 14 TIR, 2 dozer, 13 kepçe, 15 wesayit, 3 tanker, 2 greyder, 8 transit, 2 silindir, 2 wesayita şikandinê, 2 mîkserê betonê verampayeke çîmentoyê, tifingek bi pombe, bêtêlek, prînterek, 10 konteynir, 4 cihên razanê, 3 tv, 2 qompîter, 5 telefon, malek prefabrîk

Cotmeh: 12 TIR, 7 kepçe, 6 kamyon, 4 wesayit, 4 pîkap, 3 dozer, 3 wesayitên kevirşikêr, 3 wesayitên kunkirinê, 2 transit, 1 otobus, 55 telefon, 15 cîhazên biçûk