Polîsên Tirk bê navber di berfanbara 2012 de jî terora xwe ya binçavkirin û giritnê berdewam kirin. Di nava vê mehê de herî kêm 450 kes hatin binçavkirin û bi dehan kes jî hatin girtin.
Terora girtin û binçavkirinê ya dewleta Tirk li hemberî Kurdan û aliyên muxalîf, di van demên dawiyê de gihiştiye asta herî jor. Di sala 2012 de bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtin.
Li gorî bîlançoya ji tomarên binçavkirin û giritnê yên di ANF’ê de cih girtin, di meha berfanbarê de herî kêm 450 kes hatin binçavkirin û ji vana herî kêm 148 kes hatin giritn. Lê hejmara rastîn ji vê yekê zêdetir e.
Di meha berfanbara 2012 de 3 şaredar jî hatin binçavkirin. Ji vana Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak serbest hatin berdan, Şaredarê Sîrtkoy ê navçeya Hezexa Şirnexê Nûrî Akman hate girtin û şandin girtîgehê. Bi vî awayî di girtîgehên Tirk de 30 şaredarên Kurd û 6 wekîlên Kurd hene. Tirkiye di warê girtina kesên hilbijartî de mezintirîn girtîgeha cîhanê ye.
Di meha berfanbarê de yek ji hedefên sereke yên rejîma AKP’ê xwendekar bûn. Ji kesên hatin binçavkirin 71 xwendekarên zanîngehan bûn, 15 jê xwendekarên amadeyî bûn. Îro li Tirkiyeyê bi hezaran xwendekarên zanîngeh û amadeyi di girtîgehan de ne. Tirkiye di vî watî de jî di cîhanê de yekemîn e.
Di meha dawî ya salê de girtin, binçavkirin, xwepêşandan û êrîşên polîsan qet kêm nebûn. Bi taybet polîsan li dijî zanîngehan êrîşên dijwar pêk anîn û li kolanan kuştinên bê daraz û îşkenceyên bi destê polîsan pêk hatin.
Roja 22’yê berfanbarê li navçeya Sûrê ya Amedê li taxa Alîpaşa ciwanê Kurd ê bi navê Ozgur Arda (30) ji aliyê polîsan ve bi gulleyan hate qetilkirin. Roja 14’ê berfanbarê jî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê kesê bi navê Cemalettîn Demîr ku ji nimêja înê dihat, hate binçavkirin û li Midûriyeta Polîsan li rastî îşkenceya dijwar hat û rakirin nexweşxaneyê
Di heman mehê de binçavkirin û girtinên rojnamevanan jî pêk hatin. Di vê mehê de tevî xebatkarên rojnameya Azadiya Welat, nûçegihana rojnameya Evrenselê Sadiye Eser hatin girtin. Li gorî agahiyên ji aliyê Plarforma Piştevaniya Rojanmevanên Girtî ve hatin aşkerekirin, ji 27’ê berfanbara 2012 ve li Tirkiyeyê 10 jê xwediyên îmtiyazê û gerînendeyên karên nivîskî, bi giştî 73 rojnamevan di girtîgehan de ne.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye û Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas ku navenda wê li Parîsê ye, di raporên xwe yên salane de dan diyarkirin ku Tirkiye di warê girtina rojnamevanan de di cîhanê de welatê yekemîn e.
Li gorî bîlançoyên binçavkirinê yên ku ji ANFê hatine berhevkirin tenê di meha mijdarê de herî kêm 1039 kes hatin binçavkirin. Serokê ÎHDya Amedê Racî Bîlîcî got; “Ev hawira Tirkiyeyê tam împeratorek a tirsê ye. Hewl tê dayin ku tevahiya civakê krîmînalîze bikin û dixwazin tirsên nû biafirînin.”