'Bila girtiyên nexweş û hemû siyasetmedar werin berdan'

Nûnertiya TUHAD-FED a Cizîrê û Şaxê ÎHD'ê yê Şirnexê, ji bo serbestberdana girtiyên nexweş bi tevlîbûneke girseyî daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Nûnertiya TUHAD-FED a Cizîrê û Şaxê ÎHD'ê yê Şirnexê, der heqê girtiyên nexweş de li ber Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê daxuyaniyek dan çapemeniyê. 

Di dema dayîna daxuyaniyê de namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez û nûnerên saziyan jî amade bûn. 

Nûnerê TUHAD-FED ê Cizîrê Abdûrahman Çakir daxuyanî da û anî ziman ku AKP'ê li gorî xwe bi guhertina "Qanûna Ewlekariya Hundir" re qada azadiyê ya mirovan bi sînor kiriye. 

Çakir got, "Girtîgeh cihê ku herî zêde mafên mirovan lê tên binpêkirin e. Mafên mirovan ên tenduristî, ewlekarî û civakî hatine bisînorkirin. Em jî weke malbatên girtî û hikumxwaran dibêjin ku di serî de girtiyên nexweş bila hemû siyasetmedarên girtî serbest werin berdan. Êdî em nema dikarin xwe li darbesteke din a ji girtîgehê derkeve, rabigirin."