'Bila dewleta Tirk lêborîn ji Kurdan û girtiyan bixwaze'

'Bila dewleta Tirk lêborîn ji Kurdan û girtiyan bixwaze'

Hewldana 78'an û Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiyê ji bo Zindana Amedê ya Hêjmar 5 bibe muze û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de bi hezaran welatiyan xwest Zindana Amedê bibe muze û tecrîd şermezar kirin. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, daxuyaniyên Serokwezîr a "Em bi neviyên Selhedînê Eyyubî Ahmede Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizirî û re aştiyê pêk bînin" şermezar kir û got: "Lê em kî ne?" Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî xwest ji ber hovitiya dewletê ya li Zîndana Amedê, lêborînê ji Kurdan û girtiyan bixwazin.

Hewldana 78'an û Komîsyona Edalet û Lêkolîna Rastiyan, ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze li qada Îstasyonê ya Amedê bi tevlêbûna hezaran kesan mîtîng pêk anî. Bi hezaran kesên li qada îstasyonê kom bûn bi dirûşme û pankartên xwe xwestin Girtîgeha Amede bibe muze û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi dawî bibe. Girseyê bê navber dirûşmeyên ku tecrîdê şermezar dike û piştgiriyê dide çalakiya girtiyan berz kirin. Li qada Îstasyonê pankartên "Bila Girtîgeh bibe muzeya mafên mirovan" vekirin. Girseya ku derbasî qada mîtîngê bûn di 4 nokteyên lêgerînê re derbas bûn û ketin qada mîtîngê.

Bi hezaran kesên li qadê kom bûn bê navber dirûşmeyên "Bijî serok Apo", "Şehîd namirin" amade bûn. Li ser dikê pankarta mezin a ''Girtîgeha Leşkerî ya Hêjmar 5 a Amedê bila bibe muzeya mafên mirovan" vekirin. Li pêş dikê jî pankartên "Bila derbekarên 12'ê ÎLonê bên darizandin û "Zindana lmeşkerî ya Amedê: Dilê Êşan a Gelê Amedê. Dest nede dilê min" vekirin. Li qadê jî pankartên "Em berxwedana bi Mazlum û Xeyriyan dest pê kir, bi ruhê berxwedanê azad bikin" Li qada ku rengên kesk, sor û zer serdest bû li 2 nûqteyên cuda stadên îmzeyan ên "Bila Zindana Hêjmar 5 a Amedê bibe muze" hate vekirin.

Di mîtîngê de polîs derketin ser mînareya mizgefta îstasyonê û dîmen kişandin. Li derdorê qada mîtîngê jî gelek maşîneyên zirxî li qada îstasyonê tedbîr girtin. Li ser dikê girtiyên ku li Zindana Amedê hatin qetilkirin û di çalakiya rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan yek bi yek hatin xwendin. Di mîtîngê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, Serokê Komeleya 78'an Ganî Alkan, malbaten Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Cemal Arat, Ferhat Kurtay, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Endama KCD'ê Ayla Akat û Altan Tan, Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Akademisyen Nazan Ustundag û Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, Nûnerên Odeya Tabîban a Amedê, Goç-Der, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Odeya Endezyaran BDP, KCD, OSP, MAZLUMDER, ÎHD, Baroya Amedê KURDÝ-DER, Diyar TUHAD-DER, MEYA-DER, GUNSÎAD, KESK TMMOB û gelek saziyên sivîl ên civakî amade bûn.

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Komîteya Amadekar û Hewldana 78'an Ganî Alkan axaftina vekirinê kir. Piştre berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can, axivî û wiha got: "Divê kesên li Zindana Amedê ya Hêjmar 5 ev hovîtî pêk anîn û îşkence pêk anîbe, ji gelê kurd lêborînê bixwaze. Divê Zindana Amedê bibe muzeya Mafên Mirovan. Dema axaftin hate kirin strana Koma Çiya ya "Şitla Azadiye" hate gotin

'DIVÊ HIKÛMET DEST JI POLÎTÎKAYÊN DIRÛ BERDE'

Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku ji bo mirov Zindana Amedê ya Hêjmar 5'an bîne ziman peyv têrê nakin. Turk, da zanîn ku xwezî dev û zimanê wan dîwar û keviran hebûya û ev wastî ji her kesî re vegota û wiha domand; “Ez Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Mazlum Dogan, Ferhat Kurtay, Necmettin Buyukkaya li vir bi hurmet bi bîr tînim. Wan ji bo gelê xwe xwe feda kir. Ji bo ev zilm bi dawî bibe gelê me ket rêyan. Lê em dibînin feraseta hikûmet û pergalê nehatiye guhertin. Hêj bi polîtîkayên înkar û îmhayê nêzî çareseriyê dibin. Dixwazin pirsgirêkê bu tundiyê çareser bikin. Hikûmet Polîtîkayên durû dimeşîne û rastiyê vedişêrin."

Turk, daxuyaniyên Serokwezîr a "Em bi neviyên Selhedîn Eyyubî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizirî û re aştiyê pêk bînin" şermezar kir û got: "Lê em kî ne? Birêz Ocalan ji bo xwîn raweste dîsa bang dike. Lê hikûmeta Tirk polîtîkaya durû dimeşîne. Rastiyê berovajî dike. Ji bo têkoşîna kurd a aşitî û azadiyê vala derxe her tiştî dike.

Turk xwest zindana Amedê bibe muzeya mafên mirovan û daxwazê hezaran welatiyan li ber çavan bê girtin.

Piştî Turk Hevsera Necmettin Buyukkaya Cemile Buyukkaya, dayika Cemal Arat Sakine Arat û xwişka Mazlum Dogan Arife Dogan derketin ser dikê û axftin kirin. Pişt re Îlkay Akkaya stran gotin û mîtîng bi dawî bû.