'Bila AKP’ê bûyerên li welatên cîranê xwe pêk tê bibîne'

'Bila AKP’ê bûyerên li welatên cîranê xwe pêk tê bibîne'

Xebatkarên Şaredariya Kayapinarê ji bo şaredarê xwe yê girtî Zulkuf Karatekîn, cigirê şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên kurd her hefte çalakiya Pêncşema Reş pêk tînin û vê hefteyê ya 135’emîn pêk anîn. Serkê Yekitiya Kuluba Mezopotamyayê Huseyîn Kaya di çalakiyê de axivî û diyar kir ku bila AKP’ê bûyerên li welatên cîranê xwe pêk tê bibîne.

Çalakî li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Nûnerên ÎHD’ê yê herêmê Şevket Akdemîr, endamên lijneya rêveberiya yekitiya Kulubên Mezopotamyayê, dayikên aştiyê, serokê Tum-bel Sen a Amedê Medenî Alpkaya,endamên meclisê û xebatkarên şaredariyê tevli bû.

Serokê Yekitiya Kulubên Mezopotamyayê Huseyîn Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku ew ji bo girtina siyasetmedar û şaredarên kurd li hev civiyane û wiha got: “ Em helwesta bi rumet ya hevalên xwe yên girtîgehê piştgiriyê didinê. Em vê bi bîr dixînin. Bila hikûmeta AKP’ê bûyerên li welatên din diqewimin bibîne. Dibe ku sibê tiştekî wisa li vir jî pêk were. Di vê wateyê de divê azadî û demokrasî pêk were.” Protestoya Pêncşema Reş bi çalakiya runiştinê ya 5 deqiqeyan bi dawî bû.