Bihêzkirina vîna siyasî ya gelê Kurd - Cemîl Bayik

'Divê gelê me kesên ku ji bo çaresernekirina pirsgirêka kurd olê wekî amûr bi kar tînin ceza bikin, heta dawiyê pêşî li çareseriya pirsgirêka kurd û demok- ratîkbûna Tirkiyeyê vekin.'

Niha der barê pêvajoya çareseriyê de nîqaş tên kirin. Rêberê Gelê Kurd ji sala 1993’an heta niha hewl dide dewleta tirk bixe pêvajoya çareseriyê. Rêber Apo herî dawî di Newroza 2013’an de pêvajoyeke çareseriyê ya berfireh da destpêkirin. Lê hikûmeta AKP’ê ti gav neavêt; ji bo bêçalakîtî bidome got ‘Pêvajoya çareseriyê baş dimeşe’ tiştekî din negot. Bi ti awayî nayên pêvajoya çareseriyê.

Rêberê Gelê Kurd dît ku ji pêvajoya çareseriyê direve, pêşnûmeya muzakereya demokratîk ku AKP nikaribe jê bireve pêşkeşî raya giştî kir. AKP’ê dîsa dest bi mijulkirin û bi destxistina demê kir, îcar jî bi hewldanên Rêberê Gelê Kurd ji aliyê heyeta hikûmeta AKP’ê û heyeta HDP’ê ve li Qesra Dolmabahçeyê pêşnûmeya mutabakatê ji raya giştî re hat aşkerakirin. Yekem car bi awayekî cidî hikûmet nêzî pêvajoya çareseriyê bû. Hikûmeta AKP’ê wisa difikirî ku mutabakata Dolmabahçeyê û deklarasyonê ji bo hilbijartinê bi kar bîne.

Lê Tayyîp Erdogan der barê mijarê de anket da çêkirin û dît ku ji hemleya Dolmabahçeyê HDP sûde werdigire, vê carê rûyê xwe yê rastîn nîşan da. Got; ‘Pirsgirêka kurd nîne, muxatab nîne, mase nîne, heyeta şopandinê nîne.’ Bi awayekî vekirî aşkera kir ku li hemberî pêvajoya çareseriyê ku Rêber Apo bi israr dimeşîne ye. Bila tu kes xwe nexapîne, tiştên ku Tayyîp Erdogan û AKP’î dibêjin gotinên ku beriya hilbijartinê tên gotin nîn in.

Di pêvajoya hilbijartina herî krîtîk a Tirkiyeyê de rûpoşa AKP’ê ket. Jixwe 13 sal in behsa pirsgirêka kurd dike lê çareser nake û ev yek jî rastiya AKP’ê nîşan dide. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hem ji bo civaka kurd û hêzên siyasî û dewletê nêzî çareseriyê bikin hem jî rûyê rastîn ê AKP’ê derxin holê gelek caran agirbest îlan kirin û pêvajoya çareseriyê dan destpêkirin. Ji ber ku heta rûpoşa AKP’ê nekeve, pratîkbûna pêvajoya çareseriyê û çareseriya pirsgirêka kurd ne mimkun e. Ji ber pevçûnên ku bi dehan sal in didomin û di encama vê de pirsgirêkên giran ku derketine holê civaka Tirkiyeyê dixwaze pirsgirêka kurd were çareserkirin. Lê heta niha polîtîkayên çareseriyê tinebûn.

Leşker û burokrasiya sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li hev nekirin, ji bo perçiqandina Tevgera Azadiyê li hev kirin. Ji ber vê yekê nexwestin pirsgirêka kurd çareser bikin lê wekî ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin hişmendiyekê ava kirin û bi salan e vê yekê ji bo serketina hilbijartinan bi kar anîn. AKP xwedî polîtîkayên çareseriyê nîne, heta niha bi awayekî qirêj û bêexlaqî ev mijar îstîsmar kirin. Lê piştî deklarasyona Dolmabahçeyê û mutabakatê hikûmeta AKP’ê ket pêvajoya çareseriyê, Erdogan û dewletê mudaxeleyî vê yekê kirin û gotin pêvajoya çareseriyê nîne.

Dewletê tenê derfeta ku tenê karibin hebûna pirsgirêka kurd û neçareseriyê bi kar bînin da AKP’ê. Ji AKP’ê re hatiye gotin ku dikarî wekî vê pirsgirêkê çareser bikî tevbigerî lê nikarî çareser bikî. Ji ber vê yekê piştî ku li Qesra Dolmabahçeyê mutabakata çareseriyê hat aşkerakirin, demildest mudaxele kirin. Divê hemû kes bibînin ku polîtîkayên çareseriyê yên dewletê û AKP’ê nîn in. Ger mirov li bendê be AKP ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav biavêje ev xefleteke mezin e. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd tenê rêyek heye, ew jî xurtbûna hêzên demokrasiyê ye. Heta hêzên demokratîk xurt nebin, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd ne mimkun e.

Di encama hewldanên bi salan ên Rêberê Gelê Kurd de civaka Tirkiyeyê û derdorên siyasî hatine asteke guncav a çareseriyê. Ger hêzên demokrasiyê di hilbijartinê de bi ser kevin wê ev bingeh xurtir bibe; serketina AKP’ê wê vê bingehê lawaz bike û wê hewl bidin ku ji holê rakin. Ji ber van sedeman kesên ku dixwazin demokratîkbûyînê pêk bê û pirsgirêka kurd were çareserkirin, teqez divê dengê xwe bidin HDP’ê. Bêguman li cihekî ku vîna gelê kurd û hêzên demokrasiyê qels bibe, li wir mafên gelan qebûl nakin û pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Ji ber yekê bihêzbûna vîna hêzên demokrasiyê û vîna siyasî ya gelê kurd pir girîng e.

Gotinên AKP’ê yên wekî; ‘Ger HDP nebe jî wê pêvajoya çareseriyê bidome’ demogojî ne û ji bo xapandina civakê ne. Erdogan got ku ‘Pirsgirêka kurd nîne, muxatab nîne, mase nîne, heyeta şopandinê nîne.’ Ev wekî bernameya siyasî pêşkêş kir. Ger di hilbijartinê de bi serkeve ev tê wateya erêkirina bernameya siyasî û wê bibêjin gel gotinên me erê kiriye wisa deng dan, kesên ku behsa pirsgirêka kurd bikin wê bi cudakariyê bên sûcdarkirin û wekî salên borî hewl bidin wan bi şer ve biperçiqînin.

Yasîn Aktay li Sêrtê axivî û wî jî wekî Erdogan got, ‘Pirsgirêka kurd nîne.’ Bi gotina; ‘Ger ji gelê li vir re bibêjin kurd ev heqaret e’ û bi awayekî vekirî li ser navê umetparêziyê înkarê parast. Umetbûyîn nayê wê wateyê ku nav û mafên gelekî înkar bikin. Ma mafên kurdan nas nekin, dikarin bibin umet? AKP’î umetbûyînê jî bêwate dikin. Kesên ku olê dikin amûra dewletê bêoliya herî mezin dikin, niha jî rabûne umetbûnê wekî amûrê înkarê bi kar tînin û beriya hilbijartinê bazirganiya olê dikin. Ne di dema Emewî, Ebbasî de ne jî di dema engîzîsyonên xirîstiyanan de ol, îman û bawerî evqas xirab nehatiye bikaranîn. AKP olê ji siyasetê re dike amûr, ev yek wê derbasî rûpelên dîrokê bibe û wekî mînakeke xirab bimîne.

Dewleta tirk, her tim ji bo neçareseriya pirsgirêka kurd, baweriya gelê me wekî amûr bi kar aniye. Niha jî AKP li ser navê dewleta înkarker olê dixe amûra siyasetê û di çaresernekirina pirsgirêka kurd de israr dike. Divê gelê me kesên ku ji bo çaresernekirina pirsgirêka kurd olê wekî amûr bi kar tînin ceza bikin, heta dawiyê pêşî li çareseriya pirsgirêka kurd û demok- ratîkbûna Tirkiyeyê vekin.

Çavkanî: Azadiya Welat