Koordînasyona Komalên Ciwan ên Rojhilat KCR di 2. salvegera darvekirina kadroyê PJAKê Husên Xizrî de daxuyaniyek nivîskî belav kir. KCR ku darvekirinên Rejîma Îranê şermezar kirin, di serî de ciwanên kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê, bang li hemû gelê kurd kir ku bi fikr û ramanên Hêmin Urmiye û hevalên wî bijîn û bi taybetî ciwan her roj rêxistinbûna xwe xurttir bikin.
KCR ragihand ku divê Komara Îslamî ya Îranê zanibe bi kuştin û darvekirinan nikare tu encaman bi dest bixe û bang jî di serî de ciwan, li hemû gelê kurd kir ku bi xurtkirina têkoşînê xwedî li cangoriyên tevgera azadiyê derkeve.
Koordînasyona KCRê diyar kir ku rejîma Îranê, ji ber tehemûla wê ji pir rengî û pirdengiya civakê re nîne, ferq û cawaziyê dixe navbera neteweyên li Îranê û di vê çarçoveyê de wan ji hemû mafên wan ên rewa û bingehîn bêpar dihêle.
KCR destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê, her dem ji bo tepisandina dengê azadî û têkşikandina berxwedana têkoşeran, cezayê darvekirinê wekî rêbazekî kirêt bikar aniye û darvekirina kadroyê PJAKê Husên Xizrî bi nasnav Hêmin Urmiye jî wekî xelekek ji yên dawî yên vê siyasetê bi nav dike.
Di vê derbarê de di daxuyanya KCRê de ev tê gotin: "Komara Îslamî ya Îranê divê zanibe ku bi kuştin, darvekirin û bi girtinan dikare dawî li hêza xweragir û berxwedanê bîne. Piştî her darvekirinê bi hezaran keç û kurên vî gelî, didin ser şopa cangoriyên rêya azadiyê û meşaleya wan pêxistî geş û gurr dikin. Paş darvekirina Heval Husên jî bi hezaran zarokên kurd ên di nava têkoşînê de navê Hêmin li xwe kirin û sonda xurtkirina têkoşînê nû kirin."
Koordînasyona KCR ku darvekirinên Rejîma Îranê şermezar kirin, di serî de ciwanên kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê, bang li hemû gelê kurd kir ku bi fikr û ramanên Hêmin Urmiye û hevalên wî bijîn û bi taybetî ciwan her roj rêxistinbûna xwe xurttir bikin.